Kombûna Jinên Zenûbiya xwest kujerê Menal El-Mizel cezayê herî giran bigre
Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya ya bajarê Minbicê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku kujerê rojnamevan Menal El-Mizel bi cezayê herî giran ceza bikin.
Minbic - Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrezorê Menal Salih El-Mizel şermezar kir û ji bang li rayedarên pêwendîdar kir ku kujerê rojnamevan Menal El-Mizel bi cezayê herî giran ceza bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em hemû sûcên ku li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, şermezar dikin. Jin her dem mexdûrên urf û adetên civakê yên çewt, mexdûrên şeran û zîhniyeta paşverû ne. Em qetilkirina rojnamevan Menal Salih El-Mizel bi tundî şermezar dikin. Jin her dem bi hinceta namûsê tên kuştin, ji ber ku tu ceza ji bo kiryarên namûsê nayê dayîn, jin din qurbaniyên sîstem û zîhniyeta serdest a baviksalarî ya li ser wan hatiye ferzkirin. Li ser navê olê azadî û mafên jinan tên desteserkirin. Armanca wan bi qetilkirina Menal Salih El-Mizel belavkirina gendelî û kaosê û bidawîkirina jiyana jinan e. Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku kujerê rojnamevan Menal El-Mizel bi cezayê herî giran ceza bikin."
Hêzên Ewlekariya Hundirîn hê jî ji bo kujerên Menal Salih El-Mizel were dîtin lêkolînan dikin.