Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li kampanyaya li dijî darvekirinan bû

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê ragihand ku tev li kampanyaya rakirina cezayên darvekirinê yên li dijî jinan ên li Îranê bûye.

Navenda Nûçeyan – Kombûna Jinan a Zenûbiya îro der barê kampanyaya rakirina cezayên darvekirinê yên li dijî jinan ên li Îranê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew tev li kampanyaya navneteweyî ya rakirina cezayên darvekirinê yên li dijî jinan ên li Îranê dibin û wiha dewam kir: "Em wek Kombûna Jinan a Zenûbiya der barê rewşa trajîk a jinên di girtîgehên Îranê de, bi taybet li girtîgeha Evînê, dilgiran in.”

Kombûna Jinan a Zenûbiya tundî û binpêkirinên hovane yên mafên mirovan ên li Îranê, bi taybetî yên li dijî jinan, wek darvekirin, îşkencekirin û girtina kesên ku daxwaza azadî û guhertinên civakî dikin, bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî hate xwestin ku bi lezgînî tev bigere û cezayên darvekirina jinan ên li Îranê rake.