Kombûna Jinan a Zenûbiya: Sûriyeya nû beyî beşdarbûna aktîv a jinan nayê avakirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku dûrxistina jinan di her pêvajoyeke nîştimanî de dê bi xwe re binkeftinê bîne. Kombûnê bi daxuyaniyekê bang kir ku doza jinan û mafên wan bixin serê pêşîn ên dozan.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya rola sereke ya jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de, bi beşdariya çalakgerên jin, endamên tevger û rêxistinên jinan ên kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek da.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa daxuyandî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa zehmetiyên ku jinan di salên dirêj ên krîza Sûriyeyê de kişandine û hêviya wan a avakirina Sûriyeya pêşerojê ku tê de mafên jinan parastî bin, hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûriyeya nû beyî beşdarbûna aktîv a jinan nayê avakirin û bang li hemû hêzên siyasî, civakî û civata navneteweyî hat kirin ku girîngiyê bidin doza jinan û wê bikin dozeke sereke. Ji ber ku her pêvajoyeke nîştimanî bêyî beşdarbûna jinan teqez wê bi bin bikeve.

Di dawiyê de kombûnê daxwazên xwe rêz kirin û wiha ne:

Gelê Sûriyeyê xwedî maf e ku çarenûsa xwe beyî ku tu destwerdan ji derve bê kirin, diyar bike.

Pêwîst e hemû jinên Sûriyeyê ji seranserî xaka Sûriyeyê di komîteya sazkirina destûra nû de bi awayekî wekhev û adilane cih bigirin.

Sûcdarên sûc li dijî jinan kirine werin cezakirin.

Pêwist e jin di hemû saziyên hikumetê de wekî yên perwerde, aborî û siyasetê beşdar bin.

Pêwist e jin nûnerên xwe yên ji hemû pêkhateyan û hemû qadan hilbijêrin.

Pêwist e di aliyê qanûnê de mafên jinan ên xweparastin û berevaniya mafên xwe werin naskirin û ew bikeve destûra nû.

Pêwist e hemû pîvanên mafên mirovan werin pêkanîn; wekî peymana bidawîkirina zayendperestiyê li dijî jinan (CEDAW).

Pêwist e pabendî bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên jinan hebe û di qanûnên nîştimanî de werin bicihanîn.