Kombûna Jinan a Zenûbiya: Komkujiya Dêr Hafir polîtîkayek sîstematîk e

Kombûna Jinan a Zenûbiya a kantona Reqa, komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîş parçeyek ji rêze êrîşên ku hewl dide aramiyê xireb bike ye.”

Reqa – Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yê cîhadîst di 20’ê Îlonê de li gundê Um El Tîna yê Dêr Hafirê komkujiyek pêk anî. Di encamê de piranî jin, 7 sivîl mirin û 4 jî birîndar bûn.

Kombşna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê komkujî bi tundî şermezar kir û diyar kir ku berpirsê vê komkujiyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Komkujiya li Deyr Hafir, parçeyek ji êrîşên sîstematîk ku armanc dike ku aramiyê xirab bike û gel koçber bike ye. Parastina sivîlan erkek exlaqî û hiqûqiye. Di vê mijarê de divê civaka xwecihî û navnetewî demildest bikeve nava tevgerê. Em îro rûbirûyî sûcek bi tirs ku li bermaberî sivîlên bê guneh hatiye kirin in. Herêma Deyr Hafir rastî êrîşê hat, di nav de jin, zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde sivîl birîndar bûn. Ev tablo, wijdana mirovî hejandiye.”

‘Berpirs rêveberiya demkî ye’

Kombûnê di daxuyanî de da zanîn ku ev êrîş poltîkaya sîstematîk ku hewl dide tirsê bide avakirin û gelê ji xaka wan qut bike ye û wiha domand: “Em wek Kombûna Jinan a Zenûbiya, vê komkujiyê şermezar dikin. Em rêvebriya demkî ya Sûriyeyê ji vê berpirs dibînin. Ev êrîşek sîstematîk ku rûmeta mirovan dike hedef. Em bang li saziyên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku demildest mudaxele bikin û kiriyaran ceza bikin.”

‘Parastina sivîlan erkek exlaqî û hiqûqî ye’

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Parastina sivîlan erkê exlaqî û hiqûqî ye. Divê civaka xwecihî û navnetewî ji bo astengkirina van cûrên sûcan, demildest bikeve nava tevgerê. Wê xwîna şehîdan riya me ronî bike, feryadên dayîkan, heta ku heq û edalet pêk neyê di wijdana cîhanê de wê deng vede. Em ê jî bi biryardarî rêya xwe ya avakirina civakeke azad, wekhev û hemû kes tê de were parastin bidomînin.”