Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê rola jinan di avakirina welat de were naskirin
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê der barê vakirina pêvajoya Sûriyeya nû de daxuyanî da û diyar kir ku divê mafên hemû mirovan û rûmeta welatiyên bê parastin û rola navendî ya jinan di avakirina welat de were naskirin.
Navenda Nûçeyan- Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna rêxistinên jinan ên li kantonê ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya kombûnê Renda Esaf ve hat xwendin û wiha hate gotin: "Rejîma Esed gendelî belav kiribû, pêkanînên herî dijwar li dijî gelê vî welatî pêk anîn, mafên me dizîn û neheqî kirin. Lê di dawiyê de îradeya gelê Sûriyeyê bi ser ket."
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi vê serketinê re pêvajoya avakirina Sûriyeya nû dest pê kir û got: "Divê Sûriyeya nû demokratîk û adilane be. Divê mafên hemû mirovan û rûmeta welatiyên wê bê parastin û rola navendî ya jinan di avakirina welat de were naskirin."
Di dewamê de hate gotin: "Gelê me yê Sûriyeyê îsbat kir ku gelekî bi hêz e, têk naçe. Vî gelî barê şer û wêraniyê hilgirt û hêviya xwe ya siberojeke baştir qut nekir."
Îşaret bi berxwedana jinên sûriyeyî ya li hemberî zehmetiyan û rola wan a parastina malbat û welat de hat kirin. Bang li hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê hat kirin ku daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih bîne.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hate diyarkirin ku ev êriş ne tenê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de ewlehiya tevahî herêmê dixin metirsiyê.
Berxwedana QSDˈê ya li hember çeteyên DAIŞˈê, rizgarkirina bi sedan gund û bajaran û hewldanên wê yên ji bo avakirina siberojeke baştir hatin bibîrxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hat xwestin û ev peyam hate dayîn: "Em ê têkoşînê bidomînin heya armancên xwe bigihînin serî û Sûriyeyeke demokratîk a adilane ya pêşketî ava bikin."