Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê her kes li hemberî xeteriya dagirkeriyê şiyar be
Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li hemberî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê par kirin.
Reqa - Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li hemberî êrîşan kombûn û helwesta xwe bi daxuyaniyekê bi raya giştî re par kirin. Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û gundewarên wê li pêşiya çerxerya Firûsiyê ya Reqayê kom bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Em ê li dijî hemû peymanên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin armanc li ber xwe bidin, Na ji dagirkeriya Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê re" rakirin. Xwepêşanderan sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji peymana lêkirina dîwarê parçekirinê re, bijî Rêber Ocalan, bijî yekitiya gelên Sûriyê, jin jiyan azadî" berz kirin. Li çerxerêya Firûsiyê endama Nivîsgeha Perwerdê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ebîr Xelef axivî.
Ebîr Xelet têkildarî êrîşên hem li ser Başûrê Kurdistanê hem jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin nirxandin kir û got: "Me ev çalakî ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana lêkirina dîwarê parçekirinê yê bi erêkirina malbata Barzanî daye despêkirin û emê li hemberî êrîşan bê deng û helwest nemînin.”
Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen Xelef jî daxuyanî xwend û û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi bihaneya şoreşa Sûriyê û bi piştgiriya ‘Artêşa Azad’ ji bo hilweşandina rejîma Baasê, siyasta derxistina fitneyê di nava gelê Sûriyê de meşand. Her wiha li dijî gel qetilkirin, koçberkirin pêk anî û hemû pîvan û peymanên navneteweyî, exlaqî û mirovî bin pê kirin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêya sînorên xwe piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir. Li ser vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir û parastina xak û rûmeta xwe kir. Her wiha bêyî alîkariyê ji tu aliyan bixwaze QSD`ê ava kir. Vê hêzê karîbû xaka xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bike ku gef li hemû welatên cîhanê dixwe. Ev serkeftin li xweşiya dewleta Osmanî nehat, lewma êrişî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Bi vê yekê ji dewletên cîhanê re da îsbatkirin ku ew ê projeya DAIŞ`ê dewam bike û xewna dagirkeriyê zindî bike.”
Sewsen Xelef îşaret bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û wihsa domand: "Ji 17`ê Nîsnanê ve êriş dewam dikin û îro jî bi beşdariya hikumeta Barzanî siyaseta sîxurtiyê tê meşandin. Êdî eşkere ye ku dewleta Tirk paşberdeya siyaseta xwe ya dagirkeriyê eşkere dike û bakurê Iraqê û Sûriyê jî dike deriyê dagirkirina hemû dewletên Rojhilata Navîn. Li ser vê yekê divê Rojhilata Navîn li hemberî xeteriya dagirkeriya Tirk hişyar be."
Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li hemberî van êrişan hişyar bin.