Kombûna Jinan a Zenobiya komkujiya taxaTedamon şermezar kir
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenobiya li Dêrezorê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya taxa Tedamon a Şamê şermezar kir.
Dêrazor – Nûnertiya Kombûna Jinan a Zenobiya li herêma El-Kesra ya Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya taxa Tedamon a Şamê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Herêma Başurê Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê ve dewam dikin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê, Şengal Efrîn û komkujiya taxa Tedamon a paytexta Sûriyê Şamê ji hev ne qutin û wiha domand: “Em binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya taxa Tedamon şermezar dikin. Her roj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dewame û saziyên mafê mirovan li hemberî van sucan bêdengin.”