Koma mafên mirovan: Bila 145 jin û 89 zarok bên berdan

Koma mafên mirovan a Misirê Belady bang li aliyên pêwendîdar kir ku 145 jin û 89 zarokên ku bi hincetên siyasî hatine girtin bên berdan.

Navenda Nûçeyan – Koma mafên mirovan a Misirê Belady bang kir ku 145 jin û 89 zarokên ku bi hincetên siyasî hatine girtin bên berdan.

Middle East Monitor di nûçeya xwe de, nivîsand ku rêxistina mafên mirovan her wiha diyaloga ku ji bo dîtina çarseriya aloziya li welat berdewam dike, li ber çavan bê girtin û ji rayedaran daxwaz kir ku girtiyên siyasî yên jin û temen biçûk bên berdan. Belady got ku hejmara girtiyên siyasî ji fitara meha Nîsanê ya serokomariyê li dar xistiye heta niha 60 hezar zêde bûye.

Li gorî Belady, 138 jin û 41 zarok (zarokên kur û keç) li Misirê girtî ne û 7 jin û 48 zarok bi hincetên siyasî tên mehkûmkirin.

Rêxistinên mafên mirovan ên Misrê dibêjin ku bi giştî hejmara girtiyên siyasî gihîştiye 114 hezar kesî. Ev hejmar du qatê kapasîteya girtîgehên Misrê ku Serokê Misirê Ebdulfetah Saîd Huseyin Xelîl es-Sîsî di Kanûna 2020 de ragihandî bû.

Komîteya Êfûye ya Serokatiya Misrê ku di sala 2016’an de hat damezrandin, di Nîsana 2022’an de ji bo berdana girtiyan ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfetah Seîd Huseyin Xelîl es-Sîsî ve ji nû ve hat aktîfkirin.

Werger: NuJINHA