Kolera gefê li milyonan kesê dixwe: Hişyariya qeyrana kûrewî

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ragihand ku şewba kolerayê li seranserê cîhanê bi lez belav dibe. Rêxistinê, ragihand ku îsal li 31 welatan zêdetirî 390 hezar bûyer û mirina 4 hezar 300 kesan hatiye tomarkirin.

Yemen – Di encama giranbûna rewşa mirovî ya ji ber belavbûna bi awayekî berfireh a şewba kolerayê, koçberbûn û pevçûnên çekdarî de, Sûdan, Yemen û Sûdana Başûr, di nava welatên herî zêde bi bandor dibin de cih girtin. Di van welatan de deh hezaran bûyer û mirina bi hezaran kesan hat tomarkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di daxuyaniya xwe ya 15’ê Tebaxê de ragihand ku, li seranserê cîhanê di şewba kolerayê de rewş ber bi xeterên mezin  ve diçe û îsal zêdetirî 390 hezar bûyer û zêdetirî 4 hezar û 300 jî bûyerên mirina kesan hatine tomarkirin. Sûdan, Yemen û Sûdana Başûr jî di nav van welatan de cih digrin.

Berpirsa teknîkî ya WHO’yê Catherine Albirtî, diyar kir ku ev hejmar ji hejmarên rast pir kêmtir e û da zanîn ku ruxmê kolera nexweşiyek dikare pêşîlêgirtin û bi hêsanî bê dermankirin jî li herêmên bi bandor dibin de ji ber şert û mercên dijwar dibe sedema mirina gelek kesan.

Nexweşî li hemû eyaletan belav bûye

Rêxistinê, diyar kir ku li Sûdanê nexweşî li hemû eyaletan belav bûye û nêzî 50 hezar bûyer û zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêma Darfûrê bûyer her diçe zêde dibin û li Çadê di nava mehekî de zêdetirî 500 bûyer û mirina 30 kesan hatin tomarkirin. Li Yemenê jî zêdetirî 60 hezar bûyer û 164 jî mirina kesan hat tomarkirin. Her wiha li Sûdana Başûr jî 70 hezar bûyer û mirina hezar û 158 kesan hat tomarkirin. Pevçûn, koçberî û nebûna ava paqij û xizmetên tenduristiyê şewbê zêdetir dikin.

WHO’yê balkişand li ser kembûna aşî û ji civaka navneteweyî re banga piştgiriya madî û binesaziyê ya lezgin kit. Rêxistinê, destnîşan kir ger nekevin tevgerê, wê karesatek mirovî ya pir mezin bê jiyîn.