Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin bajarê xwe
Jinên Koçber yên ji bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ku li bajarê Qamişloyê bicih bûne, dan zanîn ku ew ê her tim têbikoşin da ku bi ewle û rûmet vegerin bajarê xwe.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê destpê kirin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên hovane de, tevahî cureyên çekan li dijî welatiyên Serêkaniyê bikar anî. Piştî berxwedaneke bêhempa ya gel, dewleta Tirk û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê dagir kirin û bi sedhezaran xelkên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.
Bi boneya nêzbûna salvegera 7’emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ya kantona Cizîr herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên koçber nêrînên xwe bi ajansa me re anîn ziman. Jinan gotin ku, jiyan li warê koçberiyê çiqas zehmet be jî, ew ê ji bo vegera li axa bav û kalên xwe her dem di nava têkoşînê de bin û wê bi rûmet vegerin bajarê xwe.
‘Planên pir qirêj li ser bajarê me hatin meşandin’
Zehra Semo da zanîn ku êrîşên li ser bajarê wan pêk hatine bi plan bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 2019’an de êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, li ser bajarê me Serêkaniyê hat pêkanîn. Hemû dewletên navnetwî destek dan dewleta Tirk ku van êrîşan li ser bajarê me pêk bîne. Bajarê Serêkaniyê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Sûryan bi aramî ku lê jiyan dikirin û tu ferq û cudahî di wir de tunebû, dihat nasîn. Di sala 2012’an de ku çawa şerê Cebhet El-Nesra li ser bajar hat pêkanîn, miletê wê li hember çeteyan sekinîn li ber xwe dan û bajarê xwe rizgar kirin. Di sala 2019’an de êrîşên ku dîsa li ser bajarê me pêk hat, hemû jî bi plan bûn. Planên pir qirêj di wê demê de dihat meşandin, ku ew plan hiştin em koçber bin û bajarê me dagir bikin.”
‘Em naxwazin zimanê Tirkî li bajarê me serdest be’
Zehra Semo diyar ku miletê bajarê Serêkaniyê bi zehmetî jiyan dikin û daxwaza vegereke bi ewle dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek miletê Serêkaniyê êş û azarê me pir in. Gelê me di zehmetiyan de jiyan dikin. Em dibînin ku bajarê me derdora 30 km de nêzîkî me ye û em nikarin vegerin bajarê xwe. Ji ber ku dagirker tê de bicih bûne. Erdnîgariya bajarê me diguherînin, zimanên Tirkî di dibistanên wê de didin û her tim binpêkirin li ser miletên ku di wir de mane dimeşînin. Em van nêzîkatiyan qebûl nakin ku çawa bajarê me bajarê Kurda ye û zimanê Tirkî li dibistanên wê werin dayîn. Ev tiştên ku diqewimin hemû li dijî mafên mirovan diqewime lê tu kes dengê xwe nake. Ev derbasî sala me ya 7’an dibe ku em koçber û her sal em bi hêviya vegerê ne, îsal jî hevî û daxwaza me ye ku em bi vegereke bi ewle vegerin bajarê xwe û tê de bi rûmet bijîn. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatê xwe rizgar dikin û em dagirkeriyê di nav xwe de qebûl nakin.”
‘Bila Serêkaniyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de be’
Armanc Mihemed jî helwesta xwe ya derbarê vegera bajarê Serêkaniyê de nîşan da. Armanc destnîşan kir ku 9’ê Cotmeha sala 2019’an ji bo me rojeke reş e û wiha got: “Di wê rojê de Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser bajarê me de pêk anîn û piştî berxwedaniyeke pê hempa ya şervanan bajarê me dagir kirin. Em ji neçarî Koçberî bajarê Qamişloyê bûn, di bin şert û mercên jiyanê yên giran de em jiyan dikin û li ber xwe didin. Beşek mezin ji koçberan di kampan û di nava şert û mercên dijwar de dijîn û berxwedana xwe dewam dikin. Heviya me ji her kesê ku dibêje em mafên mirovan diparêzin, mafê me biparêzin bajarê me rizgar bikin da ku em jî weke hemû miletan bi ewle, di bin sîwana Rêveberiya xweser de û kontrola hêzên me yên Ewlehiya Hudirîn û Hezên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de bijîn.”
‘Têkoşîna me dê bidome heta ku bajarê xwe ji dagirkeran rizgar dikin’
Rohilat Muslim jî da zanîn ku wê têkoşîna wan berdewam be heta ku bajarê Serêkaniyê rizgar bikin û wiha bi dawî kir: “Ez jî koçberek ji koçberên Serêkaniyê me ku ji neçariya êrîşên dewleta Tirk a dagirker em koçber bûn. Di koçberiya me de em rastî gelek zor û zehmetiyan hatin heta ku em gihîştin bajarekî bi ewle. Ev derbasî sala 7’an dibe ku em ji bajarê xwe derketine, di mal û erdên me de kesên çete ku girêdayî dewleta Tirk in dijîn. Em li benda vegereke bi ewle ne ku em vegerin bajarê xwe, em bi îsrar û îrade ne û em ê têbikoşin heta ku em bajarên xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin û bi hêviya vegereke bi rûmet in. Em qet qebûl nakin ku binpêkirin û tundî li ser miletê ku di Serêkaniyê de bê kirin. Hêviya me ji Netewên Yekbûyî ew e ku ev kesên binpêkirinan û tundiyê li ser sivîlan dimeşînin, hesab bixwazin.”