Koçberên Lubnanê li peravê bê parastin û cih û war in
Koçberên ne Lubnanî yên ku li Navendên Bicihbûnê nayên qebûlkirin, di konên ku li peravên Beyrûtê vedane de têkoşîna jiyanê didin. Her ku li welat barê gelek qeyranan dikeve ser milê xelkê, rewşa koçberan her ku diçe xerabtir dibe.
SÛZAN EBÛ SEÎD
Beyrût – Li lubnanê ji dema êrişên Îsraîlê ve koçberên gelek caran penaberî gelek cihan bûne hewil didin xwe kontrol bikin bi taybet piştî ewqas bûyerên bi wan re derbas bûne.
Li gorî rapora dawî ya Komîteya Rêveberiya Karesetan di dîroka 21’ê Cotmehê de belav kiriye ji dema şerê Îsraîlê yê li dijî Lubnanê ve 2 hezar û 467 kes di nav de 127 zarok û 261 jinan hatine qetilkirin û 11 hezar û 569 kes birîndar bûne.
Her wiha hejmara koçberan gihîştiye 191 hezar û 912 kesan ango 44 hezar û 806 malbatan li hezar û 94 navendên stargehan dimînin. Li gorî heman raporê hejmara koçberan bi giştî derdora 1 milyon û 200 hezar kesan e. Cihê bicihbûnê ji hinek malbatan re hatine peydakirin. Li aliyê din jî li gor sekretariya giştî ya Lubnanê ji dîroka 23’ê Îlonê û heta 21’ê Cotmehê 342 hezar û 849 welatiyên Sûriyê û 144 hezar û 830 welatiyên Lubnanê derbasî Sûriyê bûne û hin ji wan jî koçberî Iraqê bûne.
Koçberên nasnameya wan nîn in nikarin li stargehan bi cih bibib
Navendên Stargehan ji dibistan û hwd xelkên Lubnanê tenê pêşwazî dikin û koçberên ji nasnameyên din wisa dimînin. Hin kesên biyanî jî bi taybet kesên li malan kar dikin di navendên stargehan ên demkî girêdayî çalakvanên serbixwe de ne li bende ne bi balyozxaneyên xwe û sekretariya giştî re biçin welatê xwe.
Bi vê yekê re koçber li dirêjahiya peravên Lubnanê jî li herêma El Remla El Beydaa û Eyn El Mirîse heta derdora komeleya El Beyal ber bi Rûbera Şehîdan û Riyad Silih û holên Camii Mihemed El Emîn û herêma El Hemraa û Res El Nebii û heta piraniya kolanên paytextê û parkên giştî mîna parka Qesqes.
Gelek malbatên Sûrî koçberî peravan bûn bi taybet peravên El Remle El Beydaa. Rêjeya xelkên Sûriyê li wê derê zêdetirî 70 ji sedî ye li gorî yek ji berpirsên peravê.
‘Em bi hêvî ne ev alozî çareser bibe’
Derbarê azarên koçberên Sûriyê li Lubnanê dikşînin koçbera Sûrî Aliya A. ya li bajarê Eş Nebtiye ya Lubnanê dimîne got: "Me çend rojên destpêkê yên şer li ber xwe da lê belê bi xirabûna rewşê re em neçar man koçber bibin. Me berê xwe da Beyrûtê. Em li malên kirê geriyan lê peyda nebûn. Malên herî normal kiriya wan di rewşên normal de ne digihîştin 150 heta 200 dollarên Amerîkî. Lê îro roj di wan de 900 heta 1000 dollar tên. Her wiha divê em kiriya 5 mehan ser hev bidin. Rewş gelekî xirab e em nikarin van pereyan bidin. Her wiha dibe ku herêm ber bi aloziyan ve biçe û em neçar bibin careke din koçber bibin. Wê pereyên me wisa biçin. Vaye îro roj em li ser deryayê ne. Rewş di bin kontrolê de ye û em li bendê ne rewş aram bibe. Hemû pêdiviyên sereke ji me re peyda bûne. Lê belê pirsgirêka tuwaletan heye, em nizanin dê çawa çareser bibe. Em bi hêvî ne ev kirîz bidawî bibe û her kes vegere malên xwe."
‘Tu bijardeyek din li pêşiya me nîn bû’
Meryem D. ji bajarê Belbek El Hirmil li Bekaa Başûr neçar maye gelek caran koçber bibe ji ber herêmên berê xwe dida wan bombebaran dibûn dibêje: "Em piştî du rojan ji destpêkirina bombebarana Îsraîlê koçber bûn. Mala me ya li Hirmilê bombebaran bû ji ber wê me berê xwe da bajarokê Elî Nehrî. Paşê em koçberî bajarê Zehlê bûn. Em careke din vegeriyan bajarokê Elî Nehrî ji bo em pêdiviyên xwe bînin me dît mal hemû hatiye rûxandin. Em vegeriyan Zehlê û du rojan li dibistanê man paşê me berê xwe da taxa başûrê Beyrûtê. Piştî em gihîştin wir hişyarî ji me re hat dayîn em li wir nemînin ji ber wê me berê xwe da El Remle El Beydaa li paytexta Beyrûtê. Em li kolanan man paşê em di parkê de rûniştin heta koçberên din hatin. Em bi wan re çûn wir. Ti bijardeyek din li pêşiya me tune bû."
‘Cihê me tune ye’
Heman rewş Rîma Ehmed Cenzara ya ji taxa başûr li Beyrûtê jî jiyaye. Rîma Ehmed Cenzara dibêje: "Em neçar man ji ber êrişan li ser peravê tevî sermayê rakevin. Em di konekî me bi xwe ji paçan çêkiriye dimînin. Cihê me tune ye. Min berê xwe da gelek navendên Stargehan lê bê feyde bû. Wan qebûl nedikir em li wir bicih bibin. Ji min re gotin vegere Sûriyê. Ji bo çi ez ê biçim Sûriyê û ev welatê min e? Zarokek min nexweşiya tenêbûnê pêre heye ez bi hêvî me alikariya min bikin. Ez hîna bi cilên ez pê koçber bûme me. Pêwîstiya zarokên min jî bi cilan hene."
‘Em nizanin em ê bi ku ve biçin’
Komek ji jinên ku nexwestin em wêneyên wan bikşînin li Rûbera Şehîdan gotin ku ew ji taxa başûrî bi cilên li wan reviyane û hin çalakvanan kamp û hin pêdiviyên din dane wan û destnîşan kirin ku hin kes hene ji wan re xwarin û avê peyda dikin. Ew koçber dibêjin: "Em nizanin em ê biçin ku derê. Em nizanin navendên stargehan li ku derê ne. Hinek ji me gihîştin Terablusê ji wan re gotin navendên stargehan tijî bûne. Vaye ev mehek li vê derê ne. Rewş xirabtir dibe û zivistan li ber deriyan e. Em bi ku ve biçin?"