Koçberên li Idlibê dixwazin vegerin warên xwe
Piştî ku dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên li Idlibê dest bi kolandina xendeqa ku bajar dike du beş kirin, jinên koçber ên li Idlibê daxwaza sekinandina kolandina xendeqê û mafê vegera herêmên xwe kirin.
HEDÎL EL-OMER
Idlib – Xelkê Idlibê tevgerên leşkerî yên ku vê dawiyê li Sûriyeyê derketin, dema ku dewleta tirk a dagirker dest bi kolandian xendeqek mezin kir ku herêmên Idlibê ji herêmên di bin kontrola rejîmê de vediqetîne, şermezar kirin. Koçberên li Idlibê dibînin ku wê ev xendeq xewnên wan ên vegera ji bo herêmên wan ên ku ji wan koçber bûne vala derdixe. Qada xendeqa ku dewleta tirk a dagirker di serê meha Nîsanê de dest bi kolandina wê kiribû bi qasî 10 hezar metrekare ye. Li Idlibê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin û bang li dewleta tirk kirin ku kolandina xendeqê bisekinînin. Nêrînên jinên koçber ên li Idlibê ji hev cuda bûn lê hemû li ser xalek bûn yek, ew jî daxwaza mafê vegera cih û warên xwe û redkirina hemû planên cudakirina deveran ji hev bû.
"Tirkiye dixwaze Idlibê dagir bike da ku wê weke şantajê bi kar bîne"
Çalakvana sivîl Selma El-Qeş a 33 salî ku ji bajarê Maarat El-Numan koçber bûye û niha li bajarê Idlibê dimîne diyar kir ku tişta niha diqewime pêşbîniya planên veşartî dike û wiha got: "Kolandina xendeqan nikare pêşî li qaçaxçkarî û îstîsmarkirinê bigre wekî ku Tirkiye îdia dike. Tirkiye bi kolandina xendeqan dixwaza sînorên daîmî xêz bike. Tirkiye dixwaze deverên mayî yên Idlibê dagir bike da ku weke karteke fişarê li ser aliyên mayî yên şer li Sûriyeyê bi kar bîne, ji bo danûstandinan li ser wan bike dema ku ew dest bi projeya xwe ya guhertina demografîk li bakurê Sûriyeyê bikin."
"Tişta ku diqewime zirarê dide gel"
Rabaa Hemdan jî a 44 salî ku ji bajarokê Sufuhun koçber bûye û niha li kampên Sermeda dîmîne bûyerên vê dawiyê şermezar kir û wan wekî xiyanetek li gelê ku her tiştê xwe ji dest da û di bin xizanî û koçberiyê de dijî bi nav kir û wiha axivî: "Tişta ku diqewime, qet ne di berjewendiya sivîlan de ye. Pêkanîna ajandayên derve ye û tu têkiliya wê bi daxwazên gelê Sûriyeyê re nîn e. Tirkiye gundan li bakurê rojavayê Idlibê ava dike da ku penaber û koçberan tê de bi cih bike û hewl dide ji raya giştî ya cîhanê re diyar bike ku ev dever bi ewle ne."
Ruba Hac Ehmed a 28 salî ya ji bajarokê Hasê koçber bûye û li bajarê Maarat Misrîn dimîne, bang li komên leşkerî kir ku li şûna bi Tirkiyeyê re kar bikin ji bo pêkanîna armancên wê yên li Idlib û Helebê, koçberan vegerînin warê wna.
"Hewl didim xewna xwe ya vegera bajarê xwe pêk bînim"
Sefiya Minaf a 34 salî da zanîn ku ew hewl dide xewna xwe ya vegera bajarê xwe Xan Şêxûn pêk bîne û wiha got: "Divê mirov bi hêsanî dev ji maf û xeyalên xwe bernede. Dibe ku çareyek hebe piştî van salan êşên me bi dawî bibin."
Tevî bêdengiya civaka navdewletî li hemberî binpêkirin, bombebarankirin û koçberkirina ku li Idlibê diqewime, koçber hê jî daxwaza mafê vegera cih û warên xwe dikin.
Li gorî tiştê ku tîma Koordînatorên Bersivdayîna Sûriyeyê belge kirine, hejmara koçberên ji deverên bakurê Heleb, Idlib û Hemayê ji Nîsana 2019'an ve heta niha gihîştiye nêzî 1,533,000 kesan û ew li 1,277 kampan hatine belavkirin.