Koçberên Girê Spî: Wê kilîtên malên me zengarî nebin

Koçberên bajarê Girê Spî di 5’emîn salvegera dagirkirina warê xwe de teqez kirin ku wê dest ji berxwedana rizgarkirina bajarê xwe bernedin.

BERÇEM CÛDÎ

Eyn Îsa – Di ser dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê re 5 salên bi kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê derbas bûn. Bajarên ku di hemdema salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin dagirkirin, ji wê demû vir ve bi kiryarên xeternak ên dewleta Tirk re rû bi rû dimîne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi êrişeke mezin bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bombebaran kirin ku di encamê de hatin dagirkirin. Ev herdu bajar weke deverên din ên Sûriyeyê niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, veguherîne çavkaniyên teror û çetebûnê. Bi taybetî Girê Spî ku bi aloziya Sûriyeyê re hemû rengên êrişan jiya û demek hat dagirkirin, di 2015’an de ji aliyê şervanên YPJ/YPG’ê ve hatibû rizgarkirin lê careke din hat dagirkirin.

Di 5’emîn salvegera dagirkirina Girê Spî de ajansa me berê xwe da Eyn Îsa û kampa koçberên wê ya Til El Semîn û rewşê ji nêz ve şopand.

Hevseroka  Meclisa Girê Spî Fadîle Mihemed, rewşa Girê Spî û berxwedana koçberan nirxand.

‘Dagirkerî plana qirkirin û tesfiyekirina şoreşê ye’

Fadîle Mihemed di destpêka nirxandinên xwe de behsa rewşa Girê Spî û bi giştî êrişên dewleta Tirk kir û got: “5 sal beriya niha em 4 pêkhateyên Ereb, Kurd, Turkmen û Ermen bi hev re bi rengekî demokratîk, aram û aştiyane dijiyan. Girê Spî devereke biçûk e, rû bi rû yê êrişên gelek komên çeteyan ên weke Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê hat. Tevî vê yekê jî me xwe ji bermahiyên êrişan rizgar kir, pergala xwe ava kir û di bin sîwana wê de xwe birêxstin kir. Piştî vê yekê ji ber ku Girê Spî li ber sînorên dewleta Tirk e, rojane rastî gefên dewleta Tirk dihat û dihat bombebarankirin. Jixwe dewleta Tirk piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ku belavî hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, projeya xwe ya dagirkerî û qirkirinê da destpêkirin û me dît pêngava yekemîn jî dagirkirina Efrînê bû.”

‘Em bi hemû hêza xwe li hemberî dagirkeriyê sekinînin’

Fadîle Mihemed berxwedana gel û jinan a li dijî êrişên dagirkeriyê wiha vegot: “Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, gefên dagirkeriyê li herêmên din jî xwar, di 2019’an de dest bi êrişan kir. Girê Spî û Serêkaniyê ku ji aliyê erdnîgarî ve biçûk in, dewleta Tirk hemû hêza xwe ji dagirkirina wan bi kar anî. Li aliyekî artêşa xwe û êrişên hewayî yên bi balafirên şer û çekên qedexekirî, li aliyekî din jî çeteyan bi kar anîn. Lewre em çiqas jî behsa dijwariya êrişan bikin, wê pênaseyên me ne têrker bin. Bi qasî ku êriş dijwar bûn, berxwedan û îsrara gel a ji bo parastina xaka xwe jî bilind bû. Bi taybetî di demên çalakiyan de zarok, jin, mêr û yên temenê wan mezin jî dadiketin qadan û qebûl nedikirin ku terka cih û warên xwe bikin.”

‘Li Girê Spî jiyan riziyaye’

Fadîle Mihemed da diyarkirin ku ew ji rewşa Girê Spî agahdar in û wiha domand: “Rast e em ji Girê Spî dûr dijîn lê rewşa wê derê dişopînin û agahî li ber destên me hene. Ji Dema dagirkeriyê ve tiştekî ku navê wê jiyan e, li wir nemaye. Gelê ku heta niha li Girê Spî ye, kiryarên herî xirab û hov dijîn, rastî îşkence, revandin, girtin, tecawiz, qetilkirin, talan û hwd. tên. Ji bilî van binpêkirinên dermirovî, gel ji pêdivî û derfetên herî biçûk ên jiyanê bêpar e. Av, kehrebe, gaz, mazot, nan û  hemû çavkaniyên jiyanê tune ne. Pêwendiyê me bi gelek kesan re heye ew dibêjin ku bi hesreta rojên beriya dagirkeriyê dijîn û li benda rizgarbûnê ne. Bi taybetî jî jin çavên wan li riya QSD’ê û Rêveberiya Xweser in ku herî zêde ew ziyanê ji dagirkeriyê dibînin.”

‘Em ê bi berxwedana hevpar herêmên xwe rizgar bikin’

Fadîle Mihemd axaftina xwe bi van gotin û hêviyan bi dawî kir: “Careke din em nêzî roja ku her sal birînên me pê re nû dibin in. Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê xwe yê ku di bin dagirkeriyê de dijî dikin ku çawa ku em ji derve bênavber têkoşîna rizgarkirina warê xwe didomînin divê ew jî di hundir de xwedî rol bin. Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablûs, Serêkanî û Girê Spî jî divê em berxwedaneke hevpar nîşan bidin ku êdî dawiyê li dagirkeriyê bînin. Jixwe em weke koçberên Girê Spî her dem dibêjin wê kilîtên malên me zengarî nebin. Em hemû bajarên xwe rizgar bikin û careke din bi rûmet li wan bijîn.”

Bi êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî re, gelek malbatan riya koçberiyê li şûna jiyana di bin siya dagirkeriyê de hilbijartin. Lewre Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo koçberan gelek kamp ava kirin. Kampa Til El Semin a koçberên ji Girê Spî di 2019’an de hat avakirin ku di navbera Eyn Îsal û Reqayê de ye. A niha di kampê de hezar û 261 malbatên Kurd, Ereb û Turkmen dijîn ku jê hezar û 831 jin û 3 hezar û 551 zarok in. Di kampê de hemû derfetên jiyanê, xizmetguzarî, perwerde, tendirustî û hwd. hatine amadekirin, 3 nuqteyên tendiurstî, navenda piştgiriya derûnî, 3 dibistan, ofîsên parastina zarok û jinan hene. Her wiha kamp li ser 6 beşan hatiye dabeşkirin û bi pergala komînan hatiye birêxistinkirin ku 58 komînên bi pergala hevserokatiyê tên birêvebirin, hatine avakirin.

‘Em ê warê xwe ji dagirkeran re nehêlin’

Cewahir Îsa ya ji gundê Silûk ê Girê Spî ye da zanîn ku şert û mercên kampê yên dijwar bi hêviyên rizgarkirinê re hêsan dibin û got: “Ev 5 sal in em ji ber dagirkeriya dewleta Tirk weke koçber dijîn. Di Cotmeha 2019’an de em rastî êrişeke wisa hatin ku li dar û ber hemû wêran bûn, me nizanibû em ê çawa xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin herî dawî em derbasî kampê bûn. Di kampê de jiyan gelek zor e, germa havînê û sermaya zivistanê gelek dijwar e. Zarokên me rojane dijîn, xeyalên wan sînordar in û nizanin ka wê bibin xwedî pêşerojeke çawa. Tevî van hemûyan jî em jiyanê li pêşiya çavên xwe xweş dikin û hêviyên xwe winda nakin. Jixwe ji ber ku em dizanin wê Girê Spî ji dagirker û çeteyan re nemîne, em van şert û mercên dijwar tehemul dikin û li ber xwe didin.”

‘Warê me talan û wêran kirin’

Rehîme Remo ya ji gundê Hicazî, ji ber ku niştecihên gund hemû Kurd in neçar dimînin gundê xwe vala bikin wiha got: “Ez tevî malbata xwe di 10’ê Cotmehê de ji gundê xwe derketim û heta niha dûrî bêhna mala xwe dijîm. Jixwe kes di gund de nema, niha tenê çete di gund de ne mal û milkên me ji bo xwe bi kar tînin û tiştek li ser hev nehiştine. Li gorî ku em dibihîsin malên me kirine yên xwe, weke ku milkên bavên wan in bi kar tînin. Zeviyên me difroşin hev, malan hildiweşînin û bi dehan kiryarên din jî dikin. Keda me ya bi salan talan û wêran dikin, bi taybetî jî gundên Kurdan wiha dikin. Dema ez van binpêkirinan dibihîsim, agir bi kezeba min dikeve. Dîsa jî ya sebra min tîne ew e ku em kesên di kampê de dijîn çarenûs, êş, bêrîkirin, berxwedanî û xeyalên me hevpar in. Lewre em bi parvekirina hestên xwe re barê hev sivik dikin û hêviyên xwe nû dikin.”