Koçberên Efrînê: Li kampên koçberan pirsgirêka sereke kêmbûna avê ye

Jinên Efrînî yên li wargeha Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne behsa zehmetî û astengiyên di nava kampên koçberiyê de kirin û gotin ku yên zêde zehmetiyan dikşînin jin in û diyar kirin pirsgirêka sereke tunebûna avê ye.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi hatina havînê re zehmetî û astengiyên li wargehên koçberiyê yên li Şehbayê, dijwartir dibin. Ji aliyekî ve êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ku di van demên dawî de kamp tên hedefgirtin, ji aliyê din ve Hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê girantir kiriye. Heta ava ji bo vexwarinê ya ku Rêxistina UNCEF’ê dida û li kampan belav dibû jî ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye qutkirin. Vê yekê jî li kampên koçberiyê rê li ber nexweşî û qirêjiyê vedike û xeterên mezin bi xwe re tîne. Rewşa zarokan di xeterê de ye ji ber ku ava paqij tune ye û neçar dimînin ava qirêj bi kar bînin.

Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehbayê li gorî derfetên heyî û di nava dorpêçê hewl dide kampê bê av nehêle lê ne di wê astê de ye ku têra hemû kampên koçberiyê bike. Sedema vê jî dorpêç, êrîş û tunebûna derfetan e. Jinên ku li wargeha Berxwedan bi cih bûne der barê zehmetî û astengiyên ku dibînin de ji ajansa me re axivîn.

'Pirsgirêka sereke ya li kampan av e'

Newroz Zênî bal kişand ser zehmetî û astengiyên ku di nava wargehan de dibînin, bi taybetî di havînê de û wiha got: "Em bi gelek astengî û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Bi taybetî di demsala havînê de rêjeya germahiyê bilind dibe û em jî di nava konan de dijîn. Li kêleka wê yek ji zehmetiyên sereke di nava kampê de, pirsgirêka avê ye, hikumeta Şamê avê li ser me qut kiriye, her diçe dorpêçê girantir dike. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker êrîşî me dike û kampên koçberiyê hedef digre. Bi van siyasetan dixwazin careke din deriyên koçberiyê vekin û me koçber bikin. Di kampên koçberiyê de divê paqijî her dem hebe lê qutbûna avê gelek pirsgirêkan derdixe, zarok bi nexweşiyan dikevin derman tune ye em wan tedawî bikin. Daxwaza me ya sereke ew e ku şer bê rawestandin û em vegerin cihê xwe. Ji ber vê yekê em di nava kampên koçberiyê de li ber xwe didin û teslîmiyetê qebûl nakin."

'Hikumeta Şamê her diçe dorpêça xwe girantir dike'

Erîfa Bîlal jî bal kişand ser jiyana di nava wargehên koçberiyê de û ev tişt anî ser ziman: "Jiyana li kampên koçberiyê gelek dijwar û zehmet e. Pirsgirêka sereke em di kampê de dikşînin qutbûna avê ye. Hikumeta Şamê hewl dide bi riya dorpêçê û astengkirinê jiyana a gel li Şehbayê zortir bike, berxwedana wan biçewsîne û lawaz bike lê berxwedana me ji hêza wan xurtir e. Rêveberiya Xweser destek dide gel û avê ji kampan re peyda dike lê ji ber derfetên herêmê ew jî astengiyan dibîne. Divê bi lezgînî cihên pêwendîdar mudaxeleyî Hikumeta Şamê bikin û avê ji kampên koçberiyê re bînin ji ber jiyana bi hezaran kesan û zarokan, di xeterê de ye. Di heman demê de nahêle derman û amûrên tendirustiyê jî bikevin herêmê û bigihîjin kampan.”