Koçberên Şehbayê: Wê têkoşîna me bidome

Koçberên Şehbayê dan zanîn ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin, li ku bimînin jî dê berxwedan û tekoşîna wan bidome ew ê her dem ji bo warê xwe û azadiya xwe têbikoşin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 2’yê Kanûnê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî Til Rifet, Şehba û gundewarên Helebê kirin. Di encama êrişan de dîsa bi deh hezaran kes ketin ser riyên koçberiyê û gelek ji wan rastî tundî, qetilkirin û revandinê hatin. Rêveberiya Xweser ji bo xwedîderketina li Koçberan banga seferberiyê kir û Çerxeriya Panorama weke navenda pêşwazîkirina koçberan hat diyarkirin. Bi ruhê hevgirtina gelan û şerê gelê şoreşgerî hemû welatiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nava liv û tevgerê. Welatiyan alîkarî pêşkêşî koçberan kirin.

Kantona Cizîrê 2 hezar û 900 malbatên koçber pêşwazî kir

Li gorî agahiyên Komîteya Bicihkirina Koçberan, heya niha nêzî 2 hezar û 900 malbat gihîştine kantona Cizîrê, hezar û 600 ji wan li Hesekê hatine bicihkirin. Endama Komîteya Bicihkirina Koçberan Zehra Semo da zanîn ku bi êrişan armanc qirkirina gelê herêmê ye û wiha domand: “Li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, planek qirêj tê meşandin. Di pêla koçberê de yên herî zêde zor û zehmetiyan dikşînin, dayik û zarok in. Lewma xwedîderketina li koçberan erkeke exlaqî ye û pêwîst e her kes bi erka xwe rabe. Li tevahiya Sûriyeyê şer diqewime gelên wê jî berê xwe didin cihên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Em jî heya dawî xwedî li koçberan derdikevin û deriyê me ji her kesê re vekirî ye.”

‘Bi hevgirtin û yekitiya gelan gavên girîng dên bê avêtin’

Zehra Semo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî welatiyan kir ku xwedî li koçberan derkevin û wiha anî ziman: “Em di rewşeke şer de dijîn. Pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiya gelan heye da ku em bikaribin ji vê pêvajoya hesas a şerê hebûn û tunebûnê re bibin bersiv. Em ê bi ruhê gelê şoreşgerî hebûna xwe ji êrişan biparêzin. Her çiqas bajarê Hesekê rastî gelek zehmetiyan ên weke qutkirina avê bê jî hemû derfetên xwe xistine bin xizmeta koçberan. Em spasiya her kesê dikin û di wê baweriyê de ne ku bi ruhê hevgirtina gelan em ê gavên girîng û serkeftî bavêjin.”

‘Kes nikare berxwedana me bisekinîne’

Zaroka bi navê Hela Hisêno bal kişand ser xwendina bi zimanê dayikê û wiha got: “Dijmin careke din êrişî me kir û em ketin ser riya koçberiyê. Me zarokatiya xwe, di koçberiyê de derbas kir. Li Efrînê me xwendina xwe bi zimanê dayikê dikir. Piştre me li Şehbayê berdewam kir, di van êrişan de xwestin em dev ji dibistanên xwe berdin. Lê em ji dev zimanê dayikê bernadin. Li ku derê xirab bibe em ê ava bikin. Kes nikare berxwedana me bisekinîne. Em niha li ser xaka xwe dijîn û dev jê bernadin. Em ê dibistana nû ava bikin û xwedî li ziman, çand û welatê xwe derkevin. Em ê hemû şert û mercan derbas bikin da ku em Efrînê vegerînin.”

‘Mafê ku li pey daxwaz hebe winda nabe’

Reşîda Efrîn jî bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kir û got: “Di derketina me ya ji Şehbayê de mirov ji serma li ser rê dimrin, dihatin qetilkirin û revandin. Ev sûcekî dijmirovî ye. Em Kurd in, ma me çi xwestiye ji bilî ku em di aramî û azadiyê de bijîn? Eger ne ji Rêveberiya Xweser bûya em ê ji sermayê bimriyana. Dîsa jî em li ser xaka xwe ne, em ji dev erdê xwe bernadin û em ê her daxwaza mafên we bikin. Bila her kes bizanibe mafê ku li pey wî daxwaz hebe, tu carî winda nabe. Em bang li her kesê dikin ku bi xelkê koçber re bibin alîkar. Ji ber ku sar e, zarok nexweş dikevin.”