Koçbera Efrînê: Me xeta berxwedaniyê bijart û em bi israr didomînin

Emel Qehreman ku yek ji koçberên Efrînê ye, destnîşan kir sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Efrînê pêk tîne, bi destê xayînên dîrokê ye û got: “Me xeta berxwedaniyê bijart. Êdî bes e, şiyar bin. Eger em nebin yek, emê herin yek bi yek.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji dîrokê heya roja îro wek xiyanetek li dijî gelê Kurd tê nirxandin. Li gorî agahiyên ku ji koçberên Efrîn hatin girtin, weqfa PDK’ê di nav Efrînê de fermî ye û bi dehan kesên ku li Şehbayê asê mane vegerandine Efrînê û radestî çeteyan kirine. Koçbera bi navê Emel Qehreman rewşa koçberan ji ajansa me nirxand.

Emel Qehreman da zanîn ku li Efrînê gel 58 rojan li hemberî teknîka herî pêşketî liberxwe daye û heya niha berxwedan didome. Emel wiha got: “Me wek dayîkên Efrînê, 58 rojan li hemberî teknîka herî pêşketî berxwedanek mezin meşand. Lê di encamê de em neçar bûn derkevin û xwe li Şehbayê birêxistin bûn. Em 7 salan di bin şert û mercên herî giran û dijwar, her wiha dorpêçekirinê de jiyan û me liberxwe dida. Armanc û hêviyên me ku em vegerin Efrînê û heya niha jî mayîna me li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji bo vegera Efrînê ye.”

‘Rêveberiya Xweser me ji komkujiyan xelas kir’

Emel Qehreman di berdewama axaftina xwe de balkişand ser xelasiya koçberan a ji komkujiyan û wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser ji bo ku gelê Şehbayê û Koçberên Efrînê di komkujiyan re derbas nebe, biryar da ku em ji Şehbayê derkevin. Lê tevahiya gel nikaribû derkeve. Gel ji aliyê ENKS’ê ve hatin xapandin. Bi dehan kes  bi hiceta ku wan derxin cihê bi ewle, vegerandin Efrînê û wan radestî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kirin. Îro bira bi destê bira rastî qetilkirin, destdirêjî û tundiyê tê. Ev şermeke dîrokî ye. Niha jî ENKS di riya telefonan de bi koçberên Efrînê re diaxive û hewl dide wan vegerîne Efrînê da ku wan radestî çeteyan bike.”

‘Destê xwe ji destê dijmin derxin, dem dema yekîtiyê ye’

Emel banga yekîtiya Kurdan kir û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ev sûcê ku dewleta Tirk li dijî xelkê Efrînê pêk tîne, sûcê ENKS’ê ye. Ji ber ku destê xwe xistiye destê dijmin û li ser pilanên qirkirina birayê xwe Kurd qebûl kiriye. Dinya û alem li me heyrîne, em jî wekî Kurd li hev heyrîne. Êdî bes e, gerek em destê xwe têxin destê hev û pilanên qirkirinê bisekinînin. Gotinek Cegerxwîn heye, dibêje ‘ger em nebin yek emê herin yek bi yek’. Dem dema yekîtiyê ye, Kurd şiyar bibin êdî bes e. Bes e bira li ser destê bira were qetilkirin. Îro dijminên hov li dijî Kurdan bûne yek. Îro bi yekîtiya xwe emê bikaribin xwe ji planên qirkirinê biparêzin.”