Kobanî li hemberî dagirkerî û îxanetê meşiyan

Pêkhateya Kurd û Ereb ên herêma Firatê li dijî êrîş û tevgera dagirkeriya dewleta tirk li xakên Başûrê Kurdistanê meşiyan.

Kobanê - Dewleta tirk bi hevkariya PDK`ê û Hikumeta Îraqê di 18`ê Nîsanê de dest bi êrîşeke berfereh li hember Başûrê Kurdistanê û Şengalê kir. Li dijî vê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê "Meşa Rûmetê" her roj li bajarekê meşên girseyî li dardixin. Îro jî welatiyên Kurd û Erebên Herêma Fratê li Kobanê bi girseyî li hemberî dagirkerî û îxanetê meşiyan. Bi vê yekê Meclîsa Malbatên Şehîdan bi silogana "Bi vîna gelan û gerîla emê dagirkerî, faşîzim û îxaneta PDK`ê  têk bibin" meşek girseyî lidarxistin. Di meşê de bi hezaran şêniyên kantona Kobanê û kantona Girê Spî bi navçe, bajarok, gundewar, sazî, rêxistin û dezgehên xwe amedebûn.  Meşê ji qada Jina Azad destpê kir û gel  bi hilgirtina wêneyên têkoşerên ku li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn e, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, her wiha berzkirina diruşmên "Berxwedan jiyan e" û "Gêrîla Rûmet e" ber bi qada Aştî ve meşiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel bi navê malbatên cangoriyan axivî û got: "Di vê çalakiyê de gotina me ya sereke "bijî berxwedana gêrîla" ye. Gêrîlayên ku xeta azadî û heqîqetê ji xwe hilbijartin, helbet wê serkeftin para wan û me be. Banga me ji gel re ewe ku em bi hev re li dijî van êrîşan bibin bersiv û destkeftiyên xwe biparêzin. Hêviyên me ji tu hêzên biyanî û herêmî tune ye, hêz û baweriya me şervanên me ne."

Meş li qada Aştî bi siloganên ku berxwedaniya li hemberî dagirkerî û îxanetê silav dikin, bi dawî bû. Jinên ku beşdarî meşê bibûn, piştgirîya xwe ya ji bo berxwedanê û helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê bi ajansa me re parve kirin.

"Emê nexşeriya xwe diyar bikin"

Nadiya Hiso banga xwedî derketina nasnameya Kurdî kir û wiha axivî: "Em îro Meşa Rûmetê meşiyan û dibêjin, divê ku her kes xwedî li nasnameya xwe derkeve. Dema em behsa Kurdîtiya xwe dikin, divê ku em xwedî li vê gotinê derkevin ne ku em têkevin xefikên dijmin. Me weke dayîkên Kobanê û tevahî dayîkên Kurdistanê jî xwîn û parçeyek ji kezeba xwe daye. Ji ber vê em dibêjin êdî bese ji van lîstokên dijmin re û bila em neyên xapandin. Ez weke jineke Kurd ji Kobanê bang dikim ku her kes xwedî li rûmet û heqîqeta xwe derkevin. Hemû hêz dixwezin ku di vê sedsalê de Kurdan qir bikin, ji ber vê em pêvajoya man û nemanê dijîn. Emê xwe li gor vê qonaxê birêxistin bikin û nexşeriya xwe bi destên xwe diyar bikin. Em vê yekê jî ne tenê ji bo xwe, lê belê ji bo tevahî gelên bindest dixwezin."  

“Emê li hember vê dagirkeriyê bê deng nemînin”

Her wiha Hîlala Hebîb ku dayîka şervan û têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye hêrsa xwe wiha bilêv kir: "Dewleta tirk rojane êrîşî zarokên me dike, em dizanin ku ev dijmin e, lê çi hatiye PDK`ê ku serkêşiya van êrîşan dike. Em bi Başûrê Kurdistanê kêfxweş dibûn ku parçeyekî Kurdistanê serbixwe ye, lê îro malbata Berzanî Başûrê Kurdistanê radistî dewleta tirk dike. Emê li hember vê dagirkeriyê bê deng nemînin, zarokên me ji bo parastina Kurdistanê canê xwe feda dikin û emê jî li pişt wan bin. Gêrîla hebûn û tûnebûna me, ji bo vê emê hebûna xwe biparêzin."