Kobanê malavaniya mihrîcanê dike: Çand tên gel hev

Endama Komîteya Amadekar a 2’yemîn Mihrîcana Şehît Berçem Mizgîn Çolaq derbarê mihrîcana ku warê berxwedanê Kobanê malavaniya wê dike de axivî û got ku bi riya mihrîcanê tevahî çandên pêkhateyan tê gel hev.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – 2’yemîn Mihrîcana Çand, Huner û Wêjeyê ya Şehît Berçem ku Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn pêşengiya wê dike duh destpê kir. Keleha berxwedanê Kobanê ku li têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê rûpelek nû di dîroka têkoşîna jinan de vekir malavaniya mihrîcanê dike.

Di roja yekemîn a mihrîcanê de jinên ji hemu pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pêşengiya şoreşê dikin, bi cil û bergên xwe yên gelerî meşekî hunerî lidarxistin. Paşê bernameya mihrîcanê di roja yekemîn de bi pêşandana komên govendê û stranan bi dawî bû.

Endama Komîteya Amadekar a 2’yemîn Mihrîcana Şehît Berçem Mizgîn Çolaq derbarê 2’yemîn Mihrîcana Şehît Berçem de axivî. Mizgîn Çolaq bal kişand ku bi mihrîcanê çanda tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin gel hev û got ku bi xebatên xwe yê çandî ew bersiva têkoşînê didin êrişên qirkirina çandî yên li dijî gelan tê meşandin.  

Çandên heremê tê danasîn

Mizgîn Çolaq got, “Li ser esasê biryara me ya konferansa Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê du salan carekê em mihrîcanê lidar dixin. Li ser vê bingehê 2’yemîn Mihrîcana Şehît Berçem jî li Kobanê tê lidarxistin. Armanca me ya lidarxistina mihrîcanê danasîna çanda me ya heremê ye. Ji ber ku çand nasname û hebûna me pênase dike. Ji dîrokê heya roja me ya îro ya ku xwedî li çanda me derketiyê û çandê gihandiye roja me jin e. Lewra em dixwazin bi riya hunerê vê çandê zindî bihêlin û bigihînin nifşên pêşerojê.”

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku di çarçoveya pengava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hin xebatan meşandine. Mizgîn Çolaq a got lidarxistina mihrîcanê jî beşek ji van xebatê wan e û wiha domand: “Weke tevgera Hîlala Zêrîn bi vê mihrîcanê me xwest beşdarî pengava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin. Weke Hîlala Zêrîn di çarçoveya pêngavê de xebatên me yên cûda jî çêbûn ji 1’ê mehê ve. Me broşurek derbarê jiyana Rêber Apo û dahûrandinên wî yê li ser jin û malbatê de amade kir û belav kir. Bi vê xebatê me xwest mal bi mal kolan bi kolan xwe bigihînin jinan. Me xwest bi vê yekê em jinan dawetî mihrîcanê jî bikin. Ev pêngav di çarçoveya xebatên me de jî dê bidome. Dê li tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome.”

Kobanê malavaniyê dike

Mizgîn Çolaq a got “Bajarê Kobanê cihê berxwedanê ye” têkildarî sedema di 2’yemîn mihrîcana Şehît Berçem de hilbijartina Kobanê wiha got, “Bajarê Kobanê cihê Arîn Mîrkan e ku bi berxwedana xwe dîrokê nivîsand. Her wiha yekem bajar e ku dema Rêber Apo berê xwe da Rojavayê Kurdistanê li vê derê ma. Li ser vê bingeha wateya dîrokî ya Kobanê me xwest mihrîcanê li vê derê li dar bixin.”

Hemu reng û çandên heremê tên gel hev

Mizgîn Çolaq bibîr xist ku dê mihrîcan 4 rojan bidome û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo mihrîcanê komîteyek amadekar hat avakirin ji bo şopandina koman. Pê ve girêdayî komîteyek giştî jî hat derxistin. Her wiha komîteyên kantona jî hene ji bo şopandinê. Me xwest bi vê mihrîcanê hemu reng û çandên cûda yên li Bakur û Rojhilatê bînin gel hev. Mihrîcana Şehît Berçem jî ne tenê beşek hunerê digire dest. Hemu aliyên hunerê û çandan tîne gel hev. Karê destan, wêje, govend, stran hemu di mihrîcanê de tên pêşandan. Mihrîcanekê rengîn e. Bi riya vê mihrîcanê em hewl didin hunera jin derxin pêş.”

Parastin û xwedîderketina li paradîgmayê

Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku parastina çanda her netewe û pêkhateyek li heremî xwedî derketiana li projeya netewa demokratîk e û wiha got: “Hemu pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mihrîcanê dibin. Divê em xwedî li projeya netewa demokratîk ya ku Rêber Apo pêşkeş kir, derbikevin. Hemu pêkhateyên li heremê dijîn divê xwedî li çanda xwe derkevin. Ev jî riyek parastin û xwedî derketina li paradîgmaya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de tevgera Hîlala Zêrîn jî pêşengiya wê dike bi xebatên xwe. Bi vê mihrîcanê em hewl didin yekîtiya hunermendan jî pêk bînin.”

Ji derve jî hunermend beşdarî mihrîcanê dibin

Mizgîn Çolaq bal kişand ji derve jî beşdarbûna hunermendan a ji bo mihrîcanê wiha domand: “Bi beşdariya hemu komên me yên ji kantonên cûda mihrîcan bi rêve diçe. Dîsa hunermendên ji derveyî welat jî dê beşdarî mihrîcanê bibin. Hunermenda Tunisî Emel Mathlouthi, ji Rojhilatê Kurdistanê Şadiya Xulamî jî dê beşdarî mihrîcanê bibin. Gelek hunermendên din jî hene ku bi riya dîmenên xwe beşdarî mihrîcanê bibin. Xwestekên wan jî hebû werin vê derê, lê belê ji ber rêgiriya li ser heremê nikarin werin.” 

Yekîtiya hunerî

Mizgîn Çolaq a got “Li dijî çand û hunera me hêzên metînger dixwazin qirkirinekê çandî pêk bînin” bal kişand têkoşîna bi riya parastina çandê dimeşînin û got: “Her çiqas êriş pêk bên jî em ê bi riya hunerê çanda xwe, hebûn û nasnameya xwe weke tevahî pêkhateyên heremê biparêzin. Bi riya van mihrîcanan jî em ê yekîtiyek di warê hunerê de ava bikin. Bi xebatên xwe yê çandî em ê têkoşîna xwe di her warê de bidomînin û bi vê awayê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”