Koalîsyona Cîhanî: Divê li Mexribê zewaca di temenê biçûk de sûc bê dîtin

Li Mexribê, zarokên keç di bin xetereya zewaca temenê biçûk de ne. Koalîsyona Cîhanî daxwaza rakirina madeyên Qanûna Malbatê dike ku îstî0snayan dide zewaca di temenê biçûk de û daxwaz dike ku zewaca di temenê biçûk de wek sûc bê dîtin.

HANAN HARITE

Mexrib - Ji bo ji nû ve sererastkirina xalên Qanûna Malbatê ku ji sala 2004’an û vir ve li Mexribê di meriyetê de ye, ku li dijî zarokên keç û jinan in, bi beşdariya hiqûqnasan atolyeyên cûrbecûr têne lidarxistin. Kampanyayên hişyarkirina civakê li ser zewacên di temenê biçûk, zû yan bi darê zorê, ku zarokên keç bi gelemperî pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî li gund û deverên gundewarî jî berdewam dikin.

Koalîsyona Cîhanî ya ku ji aliyê zêdetirî 26 komeleyan ve hatiye avakirin ji bo parastin û pêşxistina mafên zarok û jinan, her wiha xebatên li hemberî zewaca di temenê biçûk, zû yan bi zorê dide meşandin. Endama Koalîsyonê Hedda Heyrawî diyar kir ku wan daxwaza rakirina madeyên ku zewaca temenê biçûk di Qanûna Malbatê de dipejirînin, dikin û destnîşan kir ku ew ji bo guhertina pêkanînên çandî ku zewacên bi vî rengî dipejirîne dikin jî dixebitin.

‘Li gund û deverên gundewarî pir tê dîtin’

Hedda Heyrawî bal kişand ser wê yekê ku hêj zewacên temenê biçûk li gund û deverên gundewarî bi belaveyî tê dîtin û got ku mifteya kêmkirina van zewacan temînkirina berdewamiya perwerdê û şikandina îzolasyonê ye li herêmên ku zewac lê zêde ye. Hedda Heyrawî got: “Ji ber ku piraniya xwendekarên keç neçar in xwendina xwe rawestînin, ji ber ku dibistana navîn li nêzîkî cihê rûniştina wan nîne. Zarokên keç ên ku dev ji dibistanê berdidin, yan tên zewicandin yan jî neçar dimînin ku wek xizmetkar bixebitin. Zewaca di temenê biçûk de, bandorek xirab li ser zarokan dike. Di bin berpirsiyariyeke mezin de ne ku nikarin hilgirin. Xeyalên wan dişikên. Bi vî awayî kesekî ku nikare têkarî li civakê bike, didin afirandin.”

Hedda Heyrawî bal kişand ku divê lêkolîn bi beşdariya hemû beşên civakî ji bo kêmkirina zewaca di temenê biçûk de bên kirin û daxwaz kir ku madeyên 20, 21 û 22 yên Qanûna Malbatê ku îstîsna ji bo zewaca di temenê biçûk de nîşan didin, bên rakirin. Hedda Heyrawî da zanîn ku divê hemû binesaziyên dibistanan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve werin dabînkirin ku zarok karibin biçin dibistanan bi taybet li gund û deverên gundewarî û diyar kir ku girîng e malbat û medya bi erkên xwe rabin.

‘Divê civak bi bandorên neyînî yê zewicandina di temenê biçûk de bizanibe

Derûnînas Şeyma El-Ablak a ji Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hemwelatîbûnê ku endama koalîsyonê ye diyar kir ku divê civak bi bandorên neyînî yên zewicandina zarokên keç ku hîn pêşketina xwe ya zihnî û fîzîkî temam nekirine bizanibe.

Şeyma El-Ablak destnîşan kir ku bi zewicandinê mafê perwerdeyê ji zarokan tê girtin û wiha got: “Gelek zarok di dema welidandinê de jiyana xwe ji dest didin. Zarokên ku rastî heqaret, ferzkirin û tundiya zayendî tên, bi nexweşiya stresa piştî travmayê re rû bi rû dimînin. Zewicandina di temenê biçûk de bandor û encamên xirab ne tenê li ser zarokan li ser civakê bi tevahî dihêle.” Şeyma El-Ablak anî ziman ku ji destgirtina mafê perwerdeyê ya zarokên keç, ji îmkana sûddayîna civakê jî bêpar dimînin û wiha got: “Em daxwaz dikin ku hemû madeyên di Qanûna Malbatê de ku destûrê dide zewicandina di temenê biçûk de ji holê rakin, ev zewac wek sûc bê dîtin û her kesên ku di van zewicandinan de cih digrin bên darizandin.”