KJK’ê li dijî komkujiya li ser Elewiyan bang kir

Koordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê cardin şer bê gurkirin û bang li her kesî kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de komkujiya li dijî Elewiyan şermezar bike.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê yê cîhadîs ve li dijî Elewiyan hatiye kirin, şermezar kir û got, “Em hevgirtina xwe ya bi gelê Elewî û jinan re diyar dikin û bang li hemû sazî û rêxistinên jinan ên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Sûriyeyê dikin ku bi hestiyar nêz bibin, van êrîşan protesto bikin û bibin xwedî helwest."

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:

"Sûriye careke din ber bi şerekî bi xwîn û komkujiyeke navbera gelan û mezheban ve tê kaşkirin. Elewiyên Sûriyeyî, bi hefteyan e li herêmên weke Latkiya, Hûmûs û Tartûsê yên li peravên Sûriyeyê rastî heqaretên derveyî mirovahiyê, êşkence û komkujiyan tên. Jinên Elewî rastî her cure zext û destdirêjiya terorîst û çeteyên olperest-mezhebî yên DAÎŞ'ê ku piraniya wan ne Sûriyeyî ne, tên. Em van komkujiyên li hemberî gel û jinên Elewî hat kirin bi tundî şermezar dikin.

‘Dijminê jinan nikare sibêrojek pêşkeşî gelên Sûriyeyê bike’

Hêzên navneteweyî hewl didin HTŞ'ê li Şamê rewa bikin û herêmê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji ber vê yekê hemû hêzên navneteweyî li pêşberî ewqas komkujî û zilma dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Ev desthilata paşverû û dijminê jinê ku îradeya gelên Sûriyeyê paşguh dike û li gorî avadaniya wê ya sosyo-çandî tevnagere, bi polîtîkayên xwe yên komkujî û çewisandinê nikare siberojeke bi hêvî pêşkêşî gelên Sûriyeyê bi taybetî jinan bike.

Hilweşîn, koçberî û zexta ku gelê Sûriyê ev 10 sal in dijî, dihêle ku di vê dema dîrokî de pêwîstiya avakirinek demokratîk derkeve holê. Erdnîgariya Sûriyê ku hemû cudahiyên olî, çandî, mezhebî di nav hev de ne û wekî gelên Ereb-Suryan-Kurd-Durzî-Tirkmen, Sunî-Elewî-Xirîstiyan tê de dijîn zemîna jiyana azad û bi hev re ye. Ji ber gelên Kurd-Ereb-Suryan ev 10 sal in bi hev re di nav aşitiyê de dijîn, nîşan dide ku gengaz e jin di hemû zemînên civakî yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi awayek azad û wekhev tevlî Rêveberiya Xweser dibe. Ev model û danaheva Rêveberiya Xweser radixe berçavan. Êdî pêwîste îrade û hêza çareseriyê ya ji bo bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan, derkeve holê.

‘Em bi gel û jinên Elewî re di nav piştgiriyê de ne’

Di vê çarçoveyê de em bang li tevgerên cihanî yên jinan, rewşenbîran, hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî komkujiya Elewiyan bêdeng nemînin. Em bi gel û jinên Elewî re di nav piştgiriyê de ne. Di serî de li Sûriyê, li Kurdistan û Tirkiyê divê hemû sazî û dezgehê jinan hestiyar nêz bibin û van êrîşan şermezar bikin.

Di vê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ev komkujî pêwîstiya jinan a rêxistinbûna hevpar û bilindkirina têkoşînê hîn zêdetir derxistiye derve. Berpirs û sedema hemû komkujî, şer û wekhevnebûnê zihniyeta mêrê serdest e. Lewra azadiya jinê û têkoşîna wê panzehîra her cure çanda tundî û serweriyê ye. Di vê çarçoveyê de roja têkoşînê ya jinên Elewî û hemû jinan pîroz dikin.”