KJK’ê banga xwedîderketina li doza Kobanê kir

KJK'ê bang li tevgerên jinan û gelan kir ku xwedî li doza Kobanê derkevin û wiha got: “Em bang li tevgerên jinan û gelan dikin ku xwedî li doza Kobanê derkevin, xeta berxwedanê ya jinan a bêhempa ku li dijî DAIŞ'ê hatiye meşandin biparêzin.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK'ê têkildarî biryarên Doza Kobanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên AKP-DAIŞ'ê ku dijminê Kurdan û jinan e yên li ser Rojava û Şengalê bi saya berxwedana mirovahiya cîhanê, jinan û gelan hatin têkbirin û ji bo tolgirtina vê têkçûnê darizandinên Doza Kobanê yên ne kêmî dadgehên Serxwebûnê dan destpêkirin. Doz bi birîna cezayên giran li siyasetmedarên HDP'ê di serî de hevserokên giştî û aktîvîstên tevgera jinan bi dawî bû. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin ku biryarên Doza Kobanê yên hevkarên AKP-MHP-DAIŞ’ê yên dijminê njinan û Kurdan, ji bo gelan û mirovahiyê di hukmê tunebûnê de ne, ji aliyê siyasî û hiqûqî ve jî wê bên pûçkirin."

‘Xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tune bikin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Doza Kobanê tevî ku bi îdiaya raperîna 7-8'ê Cotmehê hat destpêkirin jî ku hingî gelê me yê Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAIŞ'ê ji bo piştgiriya bi gelê Rojava rabû ser piyan, ev doz ji aliyê AKP-DAIŞ'ê ve ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, jinan û dagirkeriyê yên li Şengal û Rojava, ji bo tarîkirina komkujiya sivîl a di çalakiyên 7-8'ê Cotmehê de hatin kirin û ji bo astengkirina darizandina vê yekê di asta neteweyî û navneteweyî de hat destpêkirin. Bi vê armancê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê, xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tune bikin û mirovahiya ku li berxwedana Kobanê xwe derket ceza bikin. Di serî de hevserokên HDP'ê li siyasetmedar, siyasetmedarên jin, Kurd, çepgir û sosyalîstan cezayên giran hatin birîn ku ev yek tê wateya cezakirin û îzolekirina têkoşîna hevpar a gelên cîhanê, Kurdan û jinan.

‘Li Kobanê jinan gelan hêzên demokrasî û azadiyê şer kirin û bi ser ketin’

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo rejîma xwe ya qirkirinê rizgar bike û statuya mêtingeriyê ya navneteweyî ya Kurdistanê dewam bike, stratejiya xwe ya belavbûna li Rojhilata Navîn bi Neo Osmanî û senteza Tirk-Îslamê xist dewrê. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê damezrîner û rêveberê rêxistina terorê DAIŞ'ê ye. Li Rojhilata Navîn stratejiyeke nû ya êrişê ya neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xiste dewrê, êriş bir ser şoreşa Rojava û Şengalê, li dijî jinan û gelê Kurd sûcê qirkirinê kir. Armanca têkiliya AKP-DAIŞ'ê avakirina rejîmeke qirker a herêmî ya nû ya li dijî gelê Kurd e, raperîna demokratîk a bi pêşengiya jinan û gelan li cografya Ereb destpê kir bi olperestiya tundrew dejenere bike û bitepisîne. Bi vî rengî bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê dixwaze Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonîk ve jinûve mêtinger û kontrol bike. Mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn bi aqil û dilê xwe êrîşên AKP-DAIŞ'ê li dijî tevahiya mirovahiyê weke gefekê dîtin û li dora berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin a mirovahiyê afirandin. Li Kobanê jinan, gelan, hêzên demokrasî û azadiyê bi ruhekî berxwedanê yê enternasyonal ê nû şer kirin û bi ser ketin. Bi berxwedana Kobanê re AKP-DAIŞ hate têkbirin, qirkirina gelê Kurd, hegemonya mêtingeriyê ya navneteweyî û dîktatoriya li ser gelên Rojhilata Navîn têk çû, stratejiya belavbûna li Rojhilata Navîn a li ser bingeha tifaqa dij’i bi Kurd hate têkbirin.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo vê hilweşînê rawestîne li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd plana têkbirinê xist dewrê, Rêber Apo tecrîd kir, li ser Rojava dest bi şerê dagirkeriyê kir, li hemberî gerîla bi çekên taktîk nukleer û kîmyewî dest bi êrîşên îmhayê kir, li Bakurê Kurdistanê jî ji bo tasfiyekirina siyasetê pêvajoya Doza Kobanê da destpêkirin. Herî dawî di danûstandinên bi hikumeta Iraqê re bi Projeya Rêya Pêşketinê nêta xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tevlîkirina Mûsil û Kerkûkê li nava xaka Tirkiyeyê nîşan da, bi vî rengî dest bi amadekariyên operasyona leşkerî kir. Lê belê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê têk birin, li dijî tayînkirina qeyûm bi serhildana Wanê bersiv hate dayin û gel û jinên Kurd nîşanî cîhanê da ku têk naçe. Şefê faşîst Erdogan ji bo karibe hêza ku li cîhanê û herêmê winda kiriye ji nû ve bi dest bixe, ji vê rewşa têkçûnê rizgar bibe û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dewam bike dest bi gotina 'asayîbûnê' kir û ji bo belavkirina hêzên demokratîk ên di hilbijartinê de ava bû û bidestxistina înîsiyatîfa siyasî polîtîkayek xiste dewrê.

‘Tecrîda li Îmraliyê û rejîma qirker tê wateya îzolekirin û tecrîdkirina Kurdan’

Di vir de armanc tenêhiştina hêza çareseriya demokratîk û berxwedana demokratîk a gelê Kurd, tecrîdkirin e. Di vir de armanc ew e ku hêza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku di hilbijartinê de xwe nîşan da û rojeva parçekirina tecrîda li Îmraliyê belav bike. Di vir de armanc tafiyekirina ykîtiya têkoşînê û hêza demokratîk e ku li dijî faşîzmê serketin bi dest xist. Di çarçoveya vê armancê de rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî Kurdan, jinan û hêzên demokratîk rejîma tecrîdê ya Îmraliyê bi cih tîne. Divê bê zanîn ku asayîbûyîn tenê bi danûstandinên li ser bingeha lêgerîna li çareseriya demokratîk a bi muxatabên pirsgirêka Kurd dibe, bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dibe. Tecrîda li Îmraliyê û rejîma qirker tê wateya îzolekirin û tecrîdkirina Kurdan û biryarên encamê yên Doza Kobanê jî bi vî rengî hatin wergirtin.

Banga li gel û raya giştî ya cîhanê

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike, heta ku encamê bigre têkoşînê berdewam bike. Di serî de Îmrali li dijî tecrîd û êrişên li ser girtîgehan hemûyan wê her kolanan veguherîne qada berxwedanê.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya demokratîk dikin; Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku li hemberî berxwedana jinan û gelan têk çûye, têkoşîna parçekirina sîstema tecrîdê û mezinkirina berxwedana çareseriya demokratîk xurt bikin. Û biryarên Doza Kobanê pûç bikin.

Banga me ji bo rêxistinên jinan ên li cîhanê jinan û gelê Kurd heye!

Em bang li tevgerên jinan hemûyan û gelan dikin ku xwedî li doza Kobanê derkevin, xeta berxwedanê ya jinan a bêhmpa ku li dijî DAIŞ'ê hate meşandin biparêzin, nîşan bidin ku berxwedana bi rûmet a gelan û azadiya jinê nayên darizandin û sûcên qirkriinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê darizînin.

Di serî de Konseya Ewropayê em bang li hemû saziyên navneteweyî yên hiqûq û mafên mirovan dikin ku berpirsyariyên xwe bic ih bînin, mafên gelê Kurd nekin qurbanê bazarî û berjewendiyên siyaset û dewletê.

Li hemberî êrîşên tolhildana polîtîk û qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk divê hêzên demokrasiyê û aktorên polîtîk ên cîhanê dest ji helwesta 'bi fikar in' berdin û helwestê nîşan bidin."