KJK: Şehîdên me xeyala birêxistiniya li ser bingeha demokratîk ji me re hiştin

Koordînasyona KJK'ê şehîdên komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bi bîr anî û got: “Birêxistiniya li ser bingeha demokratîk, yekbûna li dora komunan û avakirina jiyana azad xeyala şehîdên me hemûyan bû û ev xeyal ji me re hiştin.”

Navenda Nûçeyan – KJK'ê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anî ku 23'ê Kanûnê li Parîsê di êrişa çekdarî de şehîd bûn û got, "Bi wesîleya salvegera 3'emîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî jî li jin û ciwanan ku heta darizandina kujerên rastî li qadan têkoşînê mezin bikin, ji 23'ê Kanûnê heta bi 9'ê Çileyê beşdarî hemû çalakiyan bibin."

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê, tetîkkêşê dewleta Tirk a faşîst kujerê bi navê William êriş bir ser Navenda Çanda Kurd û kargehên Kurdan û di encamê de Evîn Goyî (Emîne Kara) ku tevahiya jiyana xwe dabû civaka azad û demokratîk, di vê oxirê de 34 salan li her devera Kurdistanê têkoşiya bû, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd ê hêja Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Bi wesîleya salvegera sêyemîn a şehadeta wan em şehîdên xwe yên hêja hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêk bînin.

Hevrê Evîn di nava kevneşopiya berxwedanê ya Botanê de mezin bû, welatparêzî ji dil jiya. Li hemberî zilma ku li gelê Kurd, li cografya Kurdistanê û li jinên Kurd dihate kirin beşdarî nava refên gerîla bû û bû mînak herî bedew a welatparêziya jinên Botanê. Ji bo kevneşopiya berxwedanê ya Botanê bigihîne hemû jinan, bi taybetî jî bigihîne jinên Kurd û Kurdistanê bê navber têkoşiya.

‘Bi berxwedan û têkoşîna xwe bû yek’

Hevrê Evîn ji bo tovên azadiyê yên ku Rêber Apo di dilê wê de çand di dilê her jinê de mezin bike 34 salan li ku derê pêwîstî hebûya li wir bû. Bi tespîta 'Jin a azad, Kurdistana azad e' ya Rêber Apo bi rê ket û bi têkoşîna neteweyî têkoşîna jinê hûnand, ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiya. Di nava jinên Kurd de ku li ber jibîrkirinê bûn û îradeya wê nedihat naskirin, ji partîbûnê heta bi xweparastinê û avakirina sîstema xwe ya demokratîk tevlî her karî bû, qîrîna jiyana azad a jinên Kurd gihand tevahiya cîhanê. Bi berxwedan û têkoşîna xwe bû yek ji wan hevrêyên me yên azad ku dîroka jinên Kurd ên azad nivîsand.

Welatparêzê me yê hêja Mîr Perwer jî li hemberî êrişên qirkirina çandî ku gihîştibû asta qirkirina fîzîkî li Ewropayê tevlî karên çand û hunerê bû, ji bo parastina çand û zimanê Kurdî têkoşiya. Kiryarên faşîst, êşa li Kurdistanê û çîrokên berxwedanê li stranên xwe neqişand.

Welatparêzê me yê kedkar Abdurrahman Kizil jî dema ku ji Kurdistana hate xizanîkirin berê xwe da xerîbiyê, zanîbû ku sedema vê koçberiyê faşîzma li dijî gelê Kurd e û bi vê têgihiştinê li Ewropayê her tim di nava têkoşînê de cih girt, nirx û çanda xwe parast û bû mînaka welatparêziyê. Jiyana li sirgûniyê qebûl nekir û ti carî teslîmî jiyana li Ewropayê nebû. Bi xeyala vegera li Kurdistanê her tim dilsozê nirx û têkoşîna Kurdistanî bû.

‘Ji bo ronîkirina van komkujiyan divê li gel gelê Kurd têbikoşin’

Ev bûyera ku 9 sal piştî êrişa li hemberî sê jinên şoreşger ên li Parîsê ya sala 2013'an qewimî û weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bû deqeke reş a li dîrokê, yek ji wan çalakiyên faşîzan ên plana têkbirinê û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bû ku li Ewropayê hate kirin.

Jinedîtîhatina van komkujiyên ku dewleta Tirk li Ewropa û Kurdistanê dike, bêdengiya li hemberî vê yekê li gel xurtkirina rêxistiniya çete her wiha pêşî li wê yekê vedike ku ev çete bibin belayê serê mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî li gel ku tetîkkêş diyar in, her wiha mikurhatinên sîxurên MÎT'ê û gelek belgeyên din ên ku nîşan didin ku bi destê dewleta Tirk hatine kirin jî, hikumeta Fransayê sîstema xwe ya hiqûq û edaletê tine dihesibîne, dewleta Tirk dadgeh nake û vê rêxistiniya çete xurt dike. Pêşî li êrişên bi vî rengî vedike ku bi qasî ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Ewropayê jî xetere ye. Hêza rasteqîn a li pişt kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Heta ku ev hêzên çete yên qirêj ên ku xwe ji şer û xwînê xwedî dikin li pêşberî gel bêne darizandin, têkoşîna me wê mezin bibe û dewam bike. Qetilkirina van şoreşgeran ku di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe feda kirin, êrişek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî di serî de gelê Fransayê tevahiya gelên li Ewropayê ji bo ronîkirina van komkujiyan divê li gel gelê Kurd têbikoşin û xwedî li şoreşgeran û nirxên mirovahiyê derkevin.

Banga beşdariya çalakiyan

Serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin bi xwedîderketina li şehîdên me yên hêja, bi xwedîderketina li bîranîna wan û pêkanîna welatê azad dibe. Birêxistiniya li ser bingeha demokratîk, yekbûna li dora komunan û avakirina jiyana azad xeyala şehîdên me hemûyan bû û ev xeyal ji me re hiştin.

Jin û ciwan hemû divê zanibin ku nîşaneya herî bi wate ya dilsoziya bi şehîdan bi taybetî jî dilsoziya bi Evîn Goyî re parastin û xurtkirina şoreşa azadiyê, şoreşa jinê ye. Bi vî rengî divê têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê ya duyemîn em bang li gelê xwe bi taybetî jî jin û ciwanan dikin ku heta darizandina kujerên rastî li qadan têkoşînê mezin bikin û ji 23'ê Kanûnê heta bi 9'ê Çileyê beşdarî çalakiyan bibin."