KJAR: Em ê bi rihê serhildana Jin, Jiyan, Azadî agirê Newrozê geş bikin
KJAR bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û diyarkir ku divê hemû beşên civakê bi coş kelecanek mezin bejdarî pîrozkirina Newrozê bibin.
Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ’ê bi boneya Newrozê daxuyaniyek nivîskî parve kir û got: “Newroza îsal hilgirê peyama edaletxwazî û têkoşîna gelên azadîxwaz e.”
KJAR’ê Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jin û beşên civakê pîroz kir û daxwaz kir ku hemû gelên azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi heman ruhê serhildana jin, jiyan, Azadî agirê Newrozê geştir bikin.
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
“Di demekê de ku em ber bi Newroza îsal diçin, dengê berxwedan û têkoşîna gelên azadîxwaz bi pêşengiya jinan li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn ketiye ber guhên gelên cîhanê. Zêdetirî sal û nîvekê ye ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam dike. Ev şoreş şoreşek wisa ye ku ji nû ve agirê nav dilan vejand û zilm sotand. Şoreşeke wisa ye ku jiyan ji her demê watedartir kir û em hemû di vê watedariyê de kirin hevpar. Têkoşîna berfireh, serhildanên li dû hev û xwepêşandanên armancdar nîşaneya vê watedarbûnê ne. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji çiyayên Kurdistanê serî hilda û gihîşte kuçe, kolan, gund û bajarên Kurdistanê. Dirûşmeyeke wisa ye ku wateya wê rizgariya ji zilm, cudakarî û gefan, di heman demê de avakirina jiyaneke azad û demokratîk e.
‘Dayikên şehîdan pêşengên çalakiyan bûn’
Ev yek bûye sedema wê yekê ku ev her sê peyv edebiyateke berxwedêr û têkoşînekê biafirînin. Me dît ku bi dirêjahiya sala borî çalakî û xwepêşandan bi awayên curbicur berdewam bûn û di 8’ê Adarê de şêweyên çalakiyan bêhn û rengekî taybet da van têkoşînan. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan tevî hemû fêl û tedbîrên rejîmê, şehîdên şoreşa sala borî bi bîr anîn. Dayikên şehîdan pêşengên van çalakiyan bûn. Mirov dikare bibêje ku Hilbijartina Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê û pêşwazîkirina 8’ê Adarê mizgîniya bihareke şîn û geş in.
‘Newroza îsal dê yekîtî û çalakiya hevpar a gelên azadîxwaz xurttir bike’
Gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê yên cuda cuda bi coş û kelecaneke taybet Newrozê pêşwazî dike. Gelê Kurd di pîrozbahiyan de balê dixe ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û wê yekê destnîşan dike ku agirê Newroza îsal dê yekîtî û çalakiya hevpar a gelên azadîxwaz xurttir bike. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî çend roj in cejna Newrozê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kiriye û dayikên şehîdan serê govendê dikişînin û behsa daxwaz û hêviyên zarokên xwe dikin. Ew vê carê destên zarokên din ên welêt digirin û bi wan re daxwazê ji kesên din dikin ku beşdarî vê xeleka govendê ya xweşik bibin. Em dikarin bibêjin ku Newroza îsal hilgirê peyama edaletxwazî û têkoşîna gelên azadîxwaz e.
Bi van bîr û boçûnan KJAR Newrozê li rêberê cîhanê yê azadîxwaz Rêber Apo û her wiha li hemû jin û beşên civakê pîroz dike û daxwazê ji hemû gelên azadîxwaz ên li Kurdistan û Îranê dike ku bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ agir pêxin û çand û wateya Newrozê nîşanî cîhanê bidin.”