KJAR: Bibin dengê Pexşan û Werîşe
KJAR’ê bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna greva giştî ya roja çarşemê were lidarxistin kir û got: “Her cure tundiya li beramberî Pexşan û Werîşe, li beramberî girtiyên din û di heman demê de li ser tevahiya civakê ye.”
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî de 6 partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku 22’yê mehê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna greva giştî kir û got: “Pexşan û Werîşe dengê civakên bindestin û ji bo nasname û îradeya civakê taybet jinan têkoşîn dikin.”
‘Werin em ji her demê bêhtir bibin dengê Pexşan û Werîşe’
Di daxuyaniya KJAR’ê de ev tişt hate gotin: “Piştî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, em bûn şahidê piştevaniyek berfireh a jinên têkoşer, hunermend, nivîskar, çalakvanên mafên mirovan, kampanya, medya dijîtal, dayikên aştiyê, malbatên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Ev piştevanî ji bo hilweşandina cezayên darvekirinê û azadkirina girtiyên siyasî hatiye destpêkirin hîna berdewame. Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî 2 salên borî de bûne dengê şoreş û girtîgehan, her wiha ji bo daxwazên civakê û bi taybet jinan têkoşîn dane meşandin. Nameyên wan tijî hevokên ku hem êş û hem jî şîfayê îfade dikinin. Ji bo ku jiyana xwe watedartir bikin, niha bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Ji bo Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hîn zêdetir hevbeşî û hev dengî pêwîst û giringe.
Pexşan û Werîşe dengê civakên bindestin û di heman demê de hişyarî û piştevaniya nasname û îradeya civakê bi taybetî jinanin. Her cure tundiya li beramberî Pexşan û Werîşe, li beramberî girtiyên din û di heman demê de li ser tevahiya civakê ye.”
KJAR’ê banga beşdarbûna greva giştî ya ku di 22’ê mehê de were lidarxistin kir û wiha ragihand: “Duh bi daxuyaniyek hevbeş aliyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku wê di 22’ê Çileya 2025’an de greva giştî were lidarxistin. Di daxuyaniyê de greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina jiyana Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî weke tedbîreke pêwîst û lezgîn hate binavkirin û bang li civaka herdem hişyar a Rojhilatê Kurdistanê hate kirin ku di vê rojê de dest bi grevê bikin. Ji aliyê Îranê ve. Ev xebat careke din helwesta zelal û şefaf a gelê me ya li hember siyasetên Îranê nîşan dide.
Em wek Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) piştgiriya vê daxuyaniya hevbeş dikin û bang li hemû ferdên civakê dikin di 22’ê Çileyê roja çarşemê de beşdarî greva giştî bibin. Her wiha bibin dengê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî û bi dengek bilind dawî li siyaseta dijmirovahiyê bînin.”