Kiryarê ku Evînê qetil kir bi meşê ji cihê bûyerê dûr ketiye!

Li Amedê Abdullah Şeyhmusoglu ê ku li dijî Evîn Demirtaş tundiya sîstematîk bikardianî piştî hevberdanê jî gefên xwe berdewam dikir qetil kir. Şahidan diyar kirin ku polîs û ambulans dereng hatinê û kiryar bi meşê ji cihê bûyerê dûr ketiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Abdullah Şeyhmusoglu roja 23’ê Cotmehê saet di 16.00’an de li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê Evîn (Asli) Demîrtaş a hevberdabûn qetil kir. Evîn Demîrtaş ku di zarokatiya xwe de bi zewaca olî bi Abdullah Şeyhmusoglu re hat zewicandin, ji ber tundiya sîstematîk a ku lê dihat kirin, kiryar terikand. Evîn Demirtaş a ku piştî hevberdanê ji Bismilê derbasî navenda Amedê bû, li wê derê jî rastî gefên kiryar hat.

'Polîs û ambulans dereng hatin cihê bûyerê'

Şahidên ku derbarê mijarê de ji me re axivîn gotin: "Piştî bûyerê me hem li nexweşxaneyê hem jî li polîsan geriya. Lê polîs ji mer  re gotin gotin 'îxbar hat û agahiya me heye' û piştî hat nîv saetê hatin. Mêr bi saetan li qehwexanê rûnişt, paşê jinê dît û dest bi bezê kir li pey jinê beziya. Me ewil ji bûyerê fêm nekir, lê bi dengê çekê em ketin ferqa bûyerê. Mêr ewil çend caran çeka xwe teqand, paşê çend gavan bi paş de avêt, guleyên çeka xwe nû kir, dîsa zivirî û gule li jinikê reşandin. Paşê çeka xwe danî ser pişta xwe û çû. Ew qet nereviya, ew pir rehet bû û di ji nav nav taxê dûr ket."

Evîn Demîrtaş bi gef û tundiya bi pergalî re rû bi rû dihat

Cenazeyê Evîn Demîrtaş a li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da birin Saziya Tiba Edlî, lê lêgerîna kiryar hê jî didome. Têkildarî mijarê xizmên malbatê yên ku em bi wan re axivîn, agahî dan ku Evîn Demîrtaş bi salan berê bi zewaca olî bi kiryar re zewicî ye her wiha diyar kirin ku Evîn Demîrtaş di salên dawî de bi tundiya fîzîkî û derûnî re rû bi rû hatiye. Evîn Demirtaş a ku par piştî tundiyê dev ji Abdullah Şeyhmusoglu berda, piştî bûyerê ji Bismilê derket û çû navenda Amedê. Evîn Demîrtaş ku li vir dîsa rastî gef û heqaretan hat, ji ber gefan nekarî ji malê derkeve. Hate hînbûn ku kiryar Abdullah Şeyhmusoglu li dijî hevjîna xwe ya din jî şîdet bikar aniye. Her wiha hat ragihandin ku dê cenazeyê Evîn Demîrtaş îro ji aliyê zarokên wê ve ji ATK'ê bê wergirtin.