Kiryar Abdullah Şehmusoglu hevjîna xwe ya ewil jî qetil kiriye!

Evîn Demîrtaş a ku ji aliyê Abdullah Şehmusoglu hat qetilkirin di 24’ê Cotmehê de bi tevlîbûna tevgerên jinan hat definkirin. Xizmên Evîn Demîrtaş xwestin kiryar bê girtin û diyar kirin ku kiryar berê hevjîna xwe ya ewil jî qetilkiriye.

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed – Li navçeya Peyas ya Amedê di 23’ê Cotmehê de Abdullah Şehmusoglu Evîn Demîrtaş a ku bi zewaca olî zewicî bû qetilkir. Kesên ku şahidê bûyerê bûn gotin ku kiryar 2 saetan li qehwexaneyeke nêzî mala Evînê sekinî û piştî bûyerê bi awayek rehet ji wir dûr ket. Di nav agahiyan tê diyarkirin ku di dema pêvajoya zewacê de jî kiryar bi awayek sîstematîk tundî li dijî Evîn Demîrtaş pêk danî û tê diyarkirin ku kiryar hevjîna xwe ya ewil jî qetil kiriye. Di merasîma cenazeyê Evîn Demîrtaş a ku di 24'ê Cotmehê de bi tevlîbûna malbat û tevgerên jinan ên bajêr li Goristana Yenîkoyê hat definkirin, hêrseke mezin hebû.

Derbarê mijarê de em bi xizmên Evîn Demîrtaş re axivîn, xizmên wê gotin ku kiryar hîn nehatiye girtin her wiha daxwaz kirin ku kiryar bê girtin û cezayê herî giran bigre.

Evîn Demîrtaş dema hîn 20 salî ye bi Abdullah Şehmusoglu re dizewice û 5 zarokên wê hene. Ji ber ku tundiya sîstematîk Evîn Demîrtaj dev ji Abdullah Şehmusoglu berdide. Li gor agahiyên xwişka Evîn Demîrtaş Fatma Çelebî xwişka wê hîn beriya 10 salan ji kiryar qut biye.

Fatma Çelebî amaje bi wê yekê kir ku beriya bûyerê kiryar ji xizmên xwe re gotiye "Ez ê wê bikujim" û piştre ev komkujî pêk hat û wiha got: "Xwişka min qed jê hez nedikir. Kiryar rojek xweş nêzî xwişka min nebû. Ne tenê Evîn li dijî zarokên xwe jî tundî pêk dianî.  Beriya salan hevberda bûn û xwişka min biryar da ku ji xwe jiyanek nû ava bike. Lê destûr nedan vê jî. Ji xwe re malek girt lê ji ber gefan nikaribû ji malê derkeve. Hertim ji me re digot ew mêr gef li min dixwe. Herî dawî telefona wî asteng kir. Lê herî dawî bi ya xwe kir û aniha ew qetîl dest û milê xwe dihejîne û digere.”

‘Em dev jê bernadin’

Fatma Çelebî diyar kir ku xwişka wê tevî gef û tundiyê li dijî hemû astengiyan jiyana xwe berdewam kiriye û got: “Xwişka min di gorê de ye, ev mêr niha li derve ye. Tenê xwesteka me edalet e. Evîn jinek pir fedakar û jinek baş bû. Ne vê qederê ne jî vê dawiyê heq nedikir. Ezê heya dawiyê şopdarê bûyerê bim. Ev mêr heya ceza negire ez dev jê bernadim. Çima jin her roj tên qetilkirin? Armanca wan mêran tenê jin qetilkirin e, çi ji wan jinan dixwazin.”

Hevala evîn Demîrtaş Nerîman Bakir diyar kir ku kiryar beriya Evîn jî zewicî bû û di bin navê ‘namusê’ de wê qetilkiriye. Nerîman Bakir, anî ziman ku Mulkiye ya ku di bûyera 40 sal berê bi rêbaza berdelê bi Abdullah Şeyhmusoglu re hat zewicandin jî mîna Evînê hat qetilkirin û anî ziman ku ji salên 80 wê demê û vir ve li welat di hişmendiya mêr tu guhertin çênebûye.

Kiryar hevjîna xwe ya berê jî qetilkiriye

Nerîman Bakir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev mêr her tim qatil bû. Salên berê, di salên 1980’an de, hevjîna wî ya bi navê Mulkiye hebû. Wê demê ew jin bi çekê, dîsa bi bêbextiya kiryar ve qetil kir. Dozger hat eniya vî zilamî ramûsand û jê pirsî çima, ji ber ku ev doza namûsê bû. Dozger eniya wî maç kir û 8 mehan di girtîgehê de ma. Mulkiyeyê bi rêbaza berdelê bi vî mêr re hat zewicandin. Paşê Evînê bi vî mêrî dan zewicandin. Ev bûyerena li Edeneyê qewimî, lê piştre hatin Bismilê. Ev mirov mirovekî pîs û xerab bû. Bi salan bi hev re man û Evîn di vê demê de rastî gefên sîstematîk hat. Evînê nikarîbû li ber vê yekê bisekine û dev ji vî mêrî berda. Ji xwe û zewaca wan ên fermî nîn bû, tenê zewaca olî hebû."

'Divê destên xwe ji jinan dûr bikşînin'

Nerîman Bakir bang kir ku divê demil dest kiryar bê girtin û wiha bi dawî kir: “Jin ne namûsa kesî ye, em ne namûsa kesî ne. Divê êdî mêr destên xwe yên qirêj bikşînin. Namûs nayê wateya jinê. Em di îsyanê de ne û dibêjin êdî bes e. Divê êdî jin neyên qetilkirin. Divê êdî hem pergal û hem jî zilam destê xwe ji jinan bikşîne. Di vê qetlîamê de para kê hebe bila bê cezakirin. Divê ew qatil bê girtin û cezakirin.