Kewser Mihemed: Em ê têkoşîna Nagîhan Akarsel bilind bikin

Çalakvan Kewser Mihemed diyar kir ku bi qetilkirina Nagîhan Akarsel têkoşîna jinê bi dawî nabe û got: “Emê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna Nagîhan Akarsel bilind bikin.”

Silêmanî – Qetilkirina Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmanî dengvedanek berfireh bi xwe re anî. Balyozê dewleta Tirk li Hewlêrê li xwe mukir hat ku bi destê dewleta Tirk û sixoran Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî yê Nagîhan Akarsel hatiye qetilkirin, li beramberî vê yekê jinên çalakvan dengê xwe derxistin û diyarkirin ku dewleta dagirker û desthilatdar ji dengê jinê ditirse û dixwazin têkoşîna jinan bi dawî bikin.

Çalakvan Kewser Mihemed da zanîn ku têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bi dawî nabe û wê jin li ser rêya Nagîhan Akarsel û şopdarên rêya azadiyê bimeşin.

“Şehîd Nagîhan jinek bi hêz bû”

Kewser Mihemed der barê Nagîhan Akarsel de ji ajansa me re axivî û got: “Şehîd Nagîhan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hewil dida jin azad bibe, jinek bi hêz û pênûs xweşik bû, hewil dida jinên her çar parçeyê Kurdistanê yek armancek û xizmetek ya wan hebe û hemû hêzan bike yek da ku bikarin ji bo Kurdistanê serkeftinên mezintir bi dest bixin. Di aliyê Jineolojiyê de pênûsek ya wê ya xweşik hebû, di çalakî û kombûnan de behsa jinan dikir û ji bo jinan xebat dikir.”

“Em ê têkoşîna Nagîhan Akarsel bilind bikin”

Kewser Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez gelek xemgîn im ku jinek wiha bi hêz li bajarê Silêmanî hat qetilkirin. Ev ne tenê qetilkirina Nagîhan Akarsel bû, qetilkirina pênûsa jinan bû. Dijminên Kurdan dixwazin ew hewlên ku jin li Kurdistanê didin qut bikin û tu armancek din ya wan nîne. Bi qetilkirina Nagîhan Akarsel jin bi dawî nabin, Kurd û bi taybet jin wê hewil bidin da ku Kurdistanek serbixwe ava bikin. Em ê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna Nagîhan Akarsel bilind bikin.”