Kesûkarên ku li Yemenê hatine revandin û wendakirin çalakî lidar xistin

Dayik, hevjîn û zarokên kesên ku li Yemenê hatine revandin û bi darê zorê hatine windakirin li bajarê Taîzê yê başûrê rojavayê Yemenê çalakiya nobetê li dar xistin.

RANIA ABDULLAH

Yemen - Komela "Dayikên Revandiyan" li Yemenê rolek di serbestberdana bi sedan kesên revandî û kesên bi darê zorê hatin windakirin de lîst û beşdarî çalakiyên Encumena Mafên Mirovan bû ji bo eşkerekirina mijara kesên hatine revandin, binçavkirin û bi darê zorê hatine windakirin. Dayik, hevjîn û zarokên kesên li Yemenê hatine revandin û bi darê zorê hatine windakirin li bajarê Taîzê yê başûrê rojavayê Yemenê çalakiya nobetê li dar xistin.

Yek ji jinên beşdarê çalakiyê bûne Emel Hesen wiha got: "Ev pênc sal in hevjînê min windayî ye û em tiştekî li ser wî nizanin û me li her derê lê geriyan lê me û şopek jê nedît. Ez ji ewlehiya hevjînê xwe hemû aliyan berpirsyar dibînim. Armanca me ji vê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa wan e."

“Divê çarenûsa wendayan bê eşkerekirin”

Misk Elî jî behsa windabûna hevjînê xwe kir û wiha axivî: "Ev sal in hevjînê min windayî ye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li rewşa me binêre û rewşa revandiyan û windayan eşkere bike."

Seroka Şaxa Komeleya Dayikên Revandiyan li Taizê Esma El-Rahî wiha anî ziman: "Em bang li hemû aliyên şer ên li Yemenê dikin ku çarenûsa zarokên me yên hatine revandin û bi zorê hatine windakirin eşkere bikin. Em bang li nûnerê Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku zextê li aliyên şer bike ku çarenûsa van windayan eşkere bikin."

Fatima Sed a 40 salî jî daxwaz dike ku çarenûsa hevjînê wê yê ku 5 sal in windayî ye were eşkerekirin û wiha got: "Em hêvîdar in ku dengê me bigihîje kesên ku karibin rewşa zarok û hevjînên me yên windayî eşkere bikin."