Kesên ji ber derbkirina çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan

Kesên ji ber derbkirina çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz kir hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Çawişê pispor Z.Ç. di 12’ê Nîsanê de li ser Cadeya Ormanê ya li Taxa Dîcle ya navenda Şirnexê jinek tacîz kir û welatiyên li derdorê jî mudaxile kiribûn.

Polîsên ku çûn cihê bûyerê 4 welatiyên çawişê pispor ê tacîzkar derb kirin, binçav kiribûn. Welatiyên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.