Kelsûm Kerîm: Jinên her çar aliyên Kurdistanê sembola pêşengî û berxwedanê ne
Mamoste û Parêzvana Mafên Jinan Kelsûm Kerîm diyar kir ku ew bi jinên Rojava û jinên Bakur serbilind e û got: “Ew bûne sembola jinên her çar aliyên Kurdistanê. Di dîrokê de jin beşdarî hemû cureyên xebatên neteweyî bûne.”
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Beşdarbûna jinan a hêzên pêşmerge û gerîla ne tenê di warê têkoşîna çekdarî de, di heman demê de gaveke girîng e ji bo şikandina astengiyên civakî û têkoşîna li dijî çanda mêrsalar. Her wiha li dijî dijmin û hêzên tarî têkoşiyaye. Di dîrokê de, jinan di warê siyasî, sivîl, çandî û parastina çanda Kurd de roleke girîng lîstine. Lê belê tevî hemû beşdarbûnan, welatên faşîst û rejîmên tundrew hewl dane têkoşîn û destkeftiyên pêşmerge û gerîlayên jin ji holê rakin. Mamoste û parêzvana mafên jinan Kelsûm Kerîm, têkildarî girîngiya rola jinan di têkoşîna neteweyî û civakî de ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Jin di hemû şoreş û serhildanên Kurdan de roleke girîng lîstine’
Kelsûm Kerîm diyar kir ku jinan di hemû qonaxên jiyanê de hewl dane xwe îsbat bikin û wiha got: “Jin wateya jiyanê ne û di civaka baviksalar de dikaribûn di hemû qonaxan de û di hemû warên siyasî, civakî û aborî de roleke girîng bilîzin. Ger em vegerin rabirdûyê, jinan hewl dane di civînan de roleke bi bandor bilîzin. Di aliyê çandiniyê de parveker bûn, di aliyê siyasî de beşdarî şoreşan bûne û di lihevhatinên civakî de rol lîstine.”
‘Me bi her awayî alîkarî kir’
Kelsûm Kerîm da zanîn ku di şoreşa nû ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de, jin her dem pêşeng bûne û weke pêşmergeyên xwebexş dikaribûne bi her awayî alîkariyê bikin û wiha got: “Rast e me jinên li başûr weke jinên Rojava çek hilnegirtine. Lê belê em dikaribûn em gelek tiştên baş bikin, em beşdarî rêxistinan bûn, danûstandina nameyan di navbera çiya û bajaran de bikin, veguhestina derman û cil û bergan û perwerdekirinan me kir. Jinan di vê qonaxê de di aliyê civakî de dikaribûn rol bilîzin. Me bi berdewamî alîkariya birayên xwe yên pêşmerge kir, me di rojên dijwar de bi birina çek û nameyan alîkariya wan kir.”
‘Jinên Rojava bûne sembola hemû jinan’
Kelsûm Kerîm wiha domand: “Ez bi jinên Rojava û jinên Bakur serbilind im. Ew bûne sembolên jinên şoreşê. Jinên her çar aliyan û her dem rol û bandora wan heye. Ew di dîroka têkoşîna gelê Kurd de beşdarî her cure têkoşîna neteweyî bûne. Ger em vegerin dîrokê, piraniya têkoşînên jinan hatine paşguhkirin. Li gel wê jî rola jinên Kurd gelek diyar û berbiçav bû. Bi taybetî di parastina zimanê Kurdî, xurtkirina fikrên neteweyî û parastina kevneşopî û çanda Kurdî de çalak bûye. Ev cure têkoşîna çandî ye ku bandoreke mezin li parastin û berdewamiya nasnameya neteweyî kiriye. Jinên başûr her dem piştgirî dan jinên Rojava û şervanên ku keziya wan bûye sembola hemû jinên ku dikaribûne li hemberî zilm û zordariya rejîma Baasê ya kevin a li Sûriyeyê têbikoşin. Em jinên başûr ji bo alîkarî û piştgiriya wan me xwepêşandan kir. Jinên me beşdarî siyasetê bûn û di warê siyasî, îdarî de, di hikûmet û parlamentoyê de roleke girîng dilîzin.”
‘Jinên li her çar aliyên Kurdistanê hewl dane nasname û mafên xwe biparêzin’
Kelsûm Kerîm anî ziman ku di vê civakê de, jin ji mafê mîrasgirtinê bêpar bûn. Dê û bav digotin ku divê mafê mêr ji yê jinan bêtir be. Niha, jin xwedî mafê mîrasê ne û wiha got: “Her çendî ji mêran kêmtir bin jî jin ji ber zihniyeta paşverû, mêrsalar ji piraniya mafên xwe bêpar in. Divê jinên her çar aliyên Kurdistanê bibin yek û toreke hevpar di navbera wan de hebe, ji ber em dixwazin jin azad bin. Em dixwazin li her çar aliyên Kurdistanê dirûşma ‘Jin, Jiyan û Azadî’ bilind bikin. Jinên li her çar aliyên Kurdistanê bêyî cudahî, beşdarî têkoşînê bûne û bûne hedef. Her wiha di têkoşîna medenî, çandî û rewşenbîrî de roleke berbiçav û bi bandor lîstine û bi berdewamî ji bo parastin û pêşxistina nasname û mafên gelê Kurd xebatîn.”
‘Jinan sînor derbas kirin’
Kelsûm Kerîm anî ziman ku şikandina sînorên civakî ji hêla jinan ve ne hêsan bû. Lê bi saya jinên pêşeng, gelek kevneşopî û astengiyên civakî hatin derbaskirin û ev tişt got: “Her çendî jin berê wek ên dibin hedef dihatin nasîn jî niha jin weke sembolên pêşengên di têkoşîna neteweyî, şoreşgerî û çandî de tên pênasekirin. Jinan di serhildanan de roleke mezin lîst. Piştî şoreşa çiya şoreşa siyasî destpê kir. Di sala 1991’ê de, ji malbata min gelek jin şehîd bûn. Ez girtiyeke siyasî bûm. Ez ji ber şehîdbûna hevjînê xwe hatim girtin û mafê lidarxistina merasîma cenazeyê şehîdê xwe ji min hat girtin. Bi sedan jinên weke min ku malbatên wan şehîd in û hatine darvekirin hene. Hemû jî dilşikestî bûn, beşdarî serhildanan bûn. Bi taybetî roleke wêrek a jinan hebû. Kurên Kurdan bi neheqî ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin û zindanîkirin, an jî hinek ji wan hatin darvekirin. Hemû ferdên Kurd, li her deverê Kurdistanê ji bo zilm û zordariya rejîma Baasê li ser gelê Kurd bi dawî bibe, beşdarî serhildanê bûn.”
‘Jinên Kurd her dem dibin hedef’
Kelsûm Kerîm bal kişand ku her dem jin dibin hedefên yekem ên soza hezkirina kes û kar û hevjînên xwe û wiha got: “Gelek jinan piştî şehîdbûna hevjînên xwe, zarokên xwe bi hêstiran mezin kirin. Ev 39 sal in hevjînê min ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye şehîdkirin. Bi sedan jinên weke min hene ku bi berxwedanê dikaribûne zarokên xwe bi rûmet mezin bikin. Îro, li şûna bavên wan xizmeta gel û Kurdistanê dikin. Ev yek ji bo jinan ne hêsan bû ku sînorên civakî bişkînin. Lê bi saya van jinên pêşeng, gelek kevneşopî û astengiyên civakî hatin derbaskirin. Her çendî jin berê weke yên dibin hedef dihatin nasîn jî niha jin weke sembolên pêşengiya di têkoşînên neteweyî, şoreşgerî û çandî de têne pênasekirin.”
‘Jin weke sembola têkoşîna neteweyî têne pênasekirin’
Kelsûm Kerîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di civaka di bin bandora îslama siyasî de dijîn, mêrsalarî li ser jinan tê ferzkirin, di warê olî de zilm li jinan dibe. Her wiha got ku mêran hewl dane xwe bikin xwediyên jinan, wan weke kole nîşan bidin û got: “Ger em jin niha alîkariya hev nekin dê wek amûr li me mêze bikin. Jin her dem li dijî zoriyên jiyanê hewl didin. Mêr her dem dixwazin serdest bin û vê li ser jinan ferz bikin. Daxwaza min ji mêran ew e ku dawî li mêrsalariyê bînin. Ji aliyê olî de, civaka me xwedî baweriya îslamî ye û ew dixwazin zewaca zêde wekî niha li Iraqê berdewam bike. Di dema Mam Celal de, zewaca zêde qedexe kir. Cezayê yasayî dihat dayîna ew mêrên ku zewaca zêde dikir, niha em li Iraqê dijîn mêrek 90 salî qebul dike ku li gel zarokek keç a 9 salî bizewice. Li gorî Îslamê, divê mêrek çar caran bi zewice û divê jin bi tena serê xwe li malê bimîne zarokên xwe mezin bike û karên malê bike. Lê em jin bi berdewamî hewl didin di aliyê aboriya serbixwe de azadiyê bi dest bixin da ku jin zêdetir azad bin. Gelek jin hene dixebitin û hewl didin aboriya serbixwe bi dest bixin da ku ji koletiyê xilas bibin. Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roj bi roj xirab dibe. Heta jin ji hêla aborî ve azad nebin, em ê kole bimînin. Divê em jin dengê xwe bilind bikin û zilmê qebûl nekin.”