Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber Tv şermezar kir
Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê serdegirtina li ser Studyonên Stêrk TV û Medya Haber Tv de şermezar kir.
Navenda Nûçeyan- Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê bi daxuyaniyek nivîskî serdegirtina li ser Studyonên Stêrk TV û Medya Haber Tv li Belçîka şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Piştî êrişa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, polîsên dewleta Belçîkayê jî di nîva şevê de li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girtin.”
Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa vê siharê li Stenbol û Enqereyê li dijî çapemeniya azad hatî kirin, ne tesaduf e û ev bang hate kirin: “Li dijî van operasyonên qirkirinê emê dengê xwe bilind bikin û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derbikevin ku îrade û dengê me ne. Em ê nehêlin dengê me were qutkirin.”