KCDP: Meha Tebaxê 31 jin hatin qetil kirin

KCDP rapora xwe ya rêjeyên şidet û qetilkirinên jinan ên meha tebaxê bi raya giştî re par kir. Li gorî raporê di meha tebaxê de de 31 jin hatine qetilkirin û 21 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê rêjeya qetilkirina jinan a meha tebaxê de aşkera kir. Li gorî raporê di meha tebaxê de 31 jin hatine qetilkirin û 21 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de ev danê hatin dayîn: "6 jin ji hêla mêrê ku pêre hatibû zewicandin ve hat qetilkirin. 5 jin ji hêla xizmên xwe ve hat qetilkirin. 4 jin ji hêla heskiriyên xwe yên berê ve hat qetilkirin. 4 jin ji hêla bavê xwe ve hat kuştin. 3 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, 3 jin ji hêla kurê xwe ve hatin qetilkirin. Herî zêde jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin û an jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Kesên ku hêzê didin kujeran jî diyar in. Polîtîkayên ku tên afirandin hêzê dide kujer û êrişkaran. Rayedar gelo ji bo tedbîr girtinê li benda çî ne? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî kuştina jinan bêdeng nabin."