KCDP’ê: Di sala 2021’an de 280 jin hatin qetilkirin, mirina 217 jinan jî bi guman e
KCDP'ê ya bi "Rapora Sala 2021'an" daneyên qetlîamên jinan parve kir û diyar kir ku di sala 2021'an 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 2017 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. KCDP'ê destnîşan kir ku bi derketina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê re komkujiyên li ser jinan zêde bûne û ev peyam da, “Têkoşîna li dijî êrîşên li hemberê jinê ne tenê li Tirkiyeyê, li qada navneteweyî jî belavbûna xwe bidomine.”
Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) derbarê daneyên li ser qetlîamên jinan ên li Tirkiyeyê "Rapora Sala 2021'an" parve kir. Li gorî raporê, di sala 2021'an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 217 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Di rapora ku hat destnîşankirin yek ji geşedanên girîng ên îsal biryara vekişandina îmzeyan a ji Peymana Stenbolê ya ku jiyana hemû jin, zarok û LGBTIQ+yan eleqedar e, wiha hat gotin: “Me li çar aliyê welat, bi gotina em dev ji Peymana Stenbolê bernadin çalakiyan pêk anî. Dibe ku di şevekê de îmze ji Peymana Stenbolê hatibe vekişandin. Lê Peymana Stenbolê ya ku bi salan e em li her bajarî behsa wê dikin, ji jiyana me dernakeve. Destkeftiyên me bi pêkanînên kêfî yê mêrêk nayê windakirin. Peymana Stenbolê em in, em dev ji ravekirina girîngiya wê bernadin.”
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:
“Bi taybetî di çaryeka dawîn a 2021’an de rojeva herî girîng a hemû welat qeyrana aborî bû. Bi zêdebûna dovîzê re lîre jî bi lez daket. Li hemberî van zêdebûnên bihayan li ser berheman qat bi qat zêde bû. Mûçeya asgarî a nû ya ku bi pesndanan hate ragihandin, pêwîstiyên bingehîn ên kedkaran jî nabîne. Dema ku desthilatdariya siyasî pişta sermayedaran mizdida, guhê xwe li kedkaran digire. Mûçeya asgarî a ku ji sedî 50 hat zêdekirin, li gorî bihabûna berheman tu qîmeta wê nema. Dema ku welatî her roj li kolanan behsa zehmetiyên debara jiyana xwe dikin, rayedar jî behsa başbûna rewşa aborî dikin. Qeyran ji bo jinan jî encamên pir neyînî derdixe holê. Heya niha jin hene ku bi mêran re di heman xebatê de mûçeyên wekhev nagirin. Ne zehmet e ku meriv texmîn bike ku ev rewş û xebitandina nefermî di sala 2022’an de zêde bibe. Desthilatdariya siyasî nikare vê tevgerê bike û çarenûsa kedkaran di destê serkaran de bihêle. Tu karker tucara ne bi tenê ne.”
"Bila rastiyên di mirinên guman de derbikeve holê"
Mirinên jinan ên bi guman zêde dibin. Kiryar bi zanebûna ku êdî nikarin kuştina jinan rewa bikin, hewl didin cînayetên jinan veşêrin. Der barê cînayetên jinên ku weke gumanbar hatine hiştin de lêpirsîn û pêvajoyeke bi bandor nayê meşandin. Bi zanebûna ku rayedar erka xwe bi cih naynin, bersûc ji bo kuştina bi guman jinan bikin serî didin. Di her mirina jineke bi guman de em dipirsin, "çi bû?" Lê rayedar bi israr in ku bersiva van pirsan jî nedin. Em ê pirskirina va pirsan bidomînin. Ti niyeta me nîne ku em kuştina jinan bi gumana bihêlin. Bila rayedar erka xwe pêk bînin û rastiya di mirinên bi guman ên jinan de eşkere bikin.
"Ji 280 jinên ku hatin qetilkirin, 33’ê wan biryara parastinê wan hebû"
Di daneyên ku me îsal berhev kirin de, li gel zêdebûna mirinên bi guman ên jinan, em bi du encamên girîngtir re rû bi rû ne. Derket holê ku îsal ji 280 cînayetên jinan 33 jê berê giliyê polîs an dozgeriyê kiribûn an jî biryara parastinê hebû. Tevî ku 33 jinan serî li rayedaran dan jî, ji ber ku rayedaran erka xwe neanîne cih, bi tundiya mêr hatin qetilkirin. Em nizanin çend ji van berpirsan hatine dadgehkirin. Dema rayedaran jinên ku serî li wan didin naparêzin û xala 6284 oêk naynîn, Wezîra Karên Hundir îdia dike ku cinayetên jinan kêm bûne.
"Yên ku hewl didin pêşî li qetlîamên jinan bigirin, tên kuştin"
Di vê salê de bi dehan hevalên me yên ku mafê xwe yê destûrî bi kar anîn, hatin binçavkirin, der barê wan de doz hatin vekirin. Ji ber ku jin ji bo rawestandina kuştina jinan têdikoşin, erkdarên giştî demildest mudaxalê dike. Qetilkirina 33 jinan piştî serî li rayedaran dan, îspat dike ku jiyana jinan bi heman 'rewşê' nayê kirin. Divê hêzên hiqûqê yên ku peywira xwe pêk neynin û 6284’an pêk neynin bên tespîtkirin û pêvajoyên pêwîst bên destpêkirin. Encameke din a girîng jî ev e ku îsal di 35 kuştinên jinan de 20 jinên hatin qetilkirin bi xizmên xwe re hatin qetilkirin û di 17 bûyeran de xizmên jinan birîndar bûn. Dema jin tên kuştin xizmên wan ên ku dixwazin pêşiya vê yekê bigirin tên kuştin û birîndarkirin. Şîdeta mêr êdî ne tenê jinan dike hedef, xizmên ku li dijî mirina jinan derdikevin jî dike hedef. Yê ku vê cesaretê dide sûcdaran jî desthilatdariya ku bi polîtîkayên xwe pêşî nagre ye. Têkoşîna me wê ji bo her karmendê ku jinan naparêze û polîtîkayên ku sûcdaran teşwîq dike dimêşine, bidomîne.
"Doza Serpîl Erfindik dozek emsal e"
Yekem car di sala 2021’an de Dadgeha Destûra Bingehîn di derbarê kuştina jinekê de daxwaza darizandina berpirsên dewletê kiribû. Di doza Serpîl Erfindik de ku em dişopînin û ji aliyê zilamê xwe yê berê yê zewicî ve hat qetilkirin de, Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza darizandina rayedarên giştî yên ku tedbîrên têrker ên pêşîgirtin û parastinê negirtine kir. Ev biryar yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê ye. Em bi salan e dibêjin divê rayedarên ku jinan naparêzin û di kuştina jinan de erka xwe pêk naynin bên darizandin. Di encama têkoşîna me de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn destkeftiyek girîng e. Her wiha nameya sewqiyata dozger a der barê êrîşkarê ku li metroya Kadikoya Stenbolê bi kêrê jinek tehdît kiribû jî yek ji mijarên girîng bû. Dema êrîşkar hat girtin, dozger di nivîsana xwe ya sewqê de got, "Êrîşa li dijî mafê hemû jinan a azad bijîn, li kolanan bin û jiyana xwe bidomînin." Têkoşîna me mezin dibe. Her ku mezin dibin, di dozên kuştina jinan î û şîdeta li ser jinan de biryarên pêşîn têne girtin. Têkoşîna me heta ku kuştin û tundiya li ser jinan dawî nebe wê bidome.
"Jinên ku xwe diparêzin bi awayekî adil nayên darizandin"
Îsal cezayê Çîlem Dogan ê ku ji bo jiyan bike, neçar ma mêrê pê re zewicî bikuje, hat erêkirin. 15 sal cezayê girtîgehê li Çilem hat birîn. Di heman pêvajoyê de doza Emîne Bulut a ku di mejiyê me de hevoka wê ya "Ez naxwazim bimirim" hat xirikîn, derket holê ku dozgerê Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ji bo kiryar rewşa baş û daxistina tehrîke xwestiye. Jin ji bo ku bijîn, neçar dimînin ku kiryarên tundiyê bikujin. Ji aliyê din ve ji kiryarên jinên ku şansê wan ê parastina xwe tune ye, daxistin tê xwestin. Çîlemê gelek caran ji bersûc gilî kiribû lê nehatibû parastin. Di pergala ku jinan naparêze de, daraza ku jinên xwe diparêzin re adil na darizê, ji bo kujerên jinên hatine qetilkirin daxistin dixwaze. Têkoşîna me ya di doza Çîlem û Emîne de wê bidome. Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî edaletê ji bo jinan pêk bînin.
"Têkoşîna me ya hevpar bi hemû jinan re dê bidome"
Di sala 2021’an de li hemû cîhanê têkoşîna azadiya jinê berdewam kir. Piştî avakirina hikûmeta Talîbanê li Afganîstanê, azadiya jinên Afganî ji dest hat girtin. Li ser vê yekê jinan bi bedelê jiyana xwe li kolanan protesto kirin. Jinên ku li Meksîka, Arjantîn û Teksasê li dijî qedexeyên kurtajê têdikoşiyan gelek destkeftî bi dest xistin. Li Tirkiyeyê jin gelek pirsgirêkên aborî û civakî re jî têdikoşin. Têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê bi jinên cîhanê re hevpar e. Em di mijarên cuda de heman têkoşînê didomînin. Serketvanê vî têkoşîne wê jin bin. Jin wê li Tirkiye û cîhanê azad bijîn!
"Divê zagon ji bo jin û zarokan bên sepandin"
Ji bo girtina di sûcên wekî destdirêjiya zayendî û kuştina bi qestî de li TBMM’ê daxwaza delîlên berbiçav hat qebûlkirin. Dema delîl berbiçavin sûcdar nayên girtin, zagon nayên bicihanîn. Digel vê yekê, xala hati pejirandî nsûcdaran diparêze. Divê qanûn ji bo jin û zarokan bên sepandin, ne ji bo beraetkirina sûcdaran. Em ê li dijî cînayetên jinan û destdirêjiya zarokan têkoşîna xwe bidomînin.”
Daneyên qetliamên jinan ên sala 2021’an wiha hat parvekirin:
"*Ji 280 jinan, 124 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 37 jin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve, 24 jin ji aliyê nasê xwe ve ,21 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve,16 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 13 jin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ê berê ve, 11 ji aliyê kurê xwe ve, 6 ji aliyê birayê xwe ve, 3 ji aliyê kesên nas ve û jinek ji aliyê kesek ku demek dirêj dişopand hatin qetilkirin. 11 jin ji kesên ku ew qetilkirin, xizmatiya wan nehat zanîn.”
"Di sala 2021’an de jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin"
*178 jin di mala xwe de, 33 jin di kolanê de, 12 ji di zeviyê de, 10 jin li cihê kar, 9 jin di wesayîtê de, 8 jin li cihê tenha, 6 jin li otelê, 2 jin diketina avahiyê de, 2 jin li parkê, jinek di cihê komrê de, jinek li buroya xwe ya parêzeriyê, jinek li fabrîqê, jinek li cihê garça wesayîtan, jinek li ber derê mala xwe û jinek jî li baxçeyê navenda tendirûstiyê hate qetilkirin. Cihê mirina 10 jinan jî nehat tespîtkirin. Di sala 2021’an de ji sedî 64 di mala xwe de hatin qetilkirin.“
"Di sala 2021’an de jin herî zêde bi çekan hatin qetilkirin"
134 bi çekan, 93 bi amûrên birîn, 31 bi xeniqînê, 8 bi lêdanê, 3 bi şewitandinê, 2 bi avêtina ji bilindahiyê, 4 bi derbên cismê hişk û 3 jî bi ketina binê wesayîtê hatin kuştin. Nehat zanîn ku 2 jin bi kîjan çekê hatine kuştin.”
"Têkoşîna me li qada navneteweyî belav dibe"
Di rapora ku hat ragihandin ew li çar aliyê welêt li qadan in, di rojeva navneteweyî de, li dadgehan, dibistan, kampus, kargehan de cih digirin, wiha hat gotin, “Me îsal Meclîsên Jinan ên Elmanya ava kir. Bi endamên xwe yên li Elmanyayê re me ji bo 8'ê Adarê, Peymana Stenbolê, çalakiyên 25'ê Mijdarê û Azra Gulendam çalakî li dar xist. Em ê li Elmanya û hemû jinên cîhanê re rêxistinbûna xwe berdewam bikin. Pêşkeftineke din a baş a îsal ev e ku em ji hêla Hikûmeta Fînlandiyayê ve hêjayî xelata Wekheviya Zayendî ya Civakî hatin dîtin. Nûnera me ya Giştî Gulsûm Kav a ku ji Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn xelat wergirt, diyar kir ku xelat aîdî hemû jinên têkoşer e. Belgefîlma 'Dying to Divorce' ji bo Oscarê wekî fîlma herî baş ya dirêj a navneteweyî ya Brîtanyayê hate nîşandan. Têkoşîna me ne tenê li Tirkiyeyê, li qada navneteweyî jî belav dibe û belavbûna wê bidome.”
Hûn dikarin tevahiya raporê li vir bibînin:
http://kadincinayetlerinidurduracagiz.net/veriler/3003/kadin-cinayetlerini-durduracagiz-platformu-2021-yillik-veri-raporu