Karneyê azadiya çapemeniyê ya sala 2021’ê

Dema ku rêxistinên rojnamegeriyê raporên xwe yên sala 2021'ê yên binpêkirinên li dijî rojnamegeran eşkere kirin, Sekretera Giştî ya Çapemenî û Karsaziyê ya DÎSK'ê Ozge Yurttaş jî bal kişand ser girîngiya avakirina civakeke demokratîk ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî xebatkarên çapemeniyê.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Rêxistinên rojnamegerî û azadiya çapemeniyê daneyên sala 2021’ê li gorî pîvanên xwe binpêkirinên li dijî xebatkarên çapemeniyê eşkere kirin. Li gorî vê yekê, rêxistin qebûl dikin ku di sala 2021'ê de di kuştina rojnamegeran de kêmbûnek berbiçav heye. Lê belê, li gorî daneyên Press Emblem Campaignê, bandora pandemiya ku ji sala 2020’an vir ve li cîhanê belav bû, ji bo rojnamegeran jî xirab bû.
Sekretera Giştî ya Sendîkaya Çapemeniya DÎSK'ê Ozge Yurttaş êrîşa li dijî rojnamegeran ji ajansa me re nirxand, diyar kir ku di pêşîlêgirtina tundî û cînayetan de avakirina azadîya çapemeniyê derbirî û avakirina civakeke ku rojnameger bi awayekî azad bi parêzbendiya pîşeyî ragihînin, herî kêm bi qasî tedbîrên zagonî girîng e. 
"RSF: 46 rojnameger hatin kuştin, 488 rojnameger jî hatin girtin "
Li gorî lêkolînên saziyên çapemeniyê dane ev in: Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Fransayê ye, di sala 2021’ê de 46 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine kuştin. Li gorî RSF'ê ev asta herî kêm a 20 salên dawî ye. Li gorî daneyan du welatên ku herî zêde rojnameger lê hatine kuştin Meksîka û Afganistan e. Di sala 2021’ê de li Meksîkayê 7, li Afganistanê jî 6 rojnameger hatin kuştin. Li aliyê din RSF’ê da xuyakirin ku sala 2021’ê di girtina rojnamegeran de bû saleke rekorê. Li cîhanê 60 jê jin 488 rojnameger hatin girtin. Ev hejmar li gorî sala 2020’an ji sedî 20 zêdetir e.
"CPJ: 24 rojnameger hatin kuştin, 293 jî hatin girtin"
Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, di sala 2021'ê de 24 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî mirine. Yek ji wan rojnamegera jin a ji Afganistanê Mîna Xeyrî bû. Li gorî daneyên CPJ’ê di sala 2021’ê de 293 rojnameger hatin girtin. Ji vê hejmarê 40 rojnameger jin in. Hejmara rojnamegerên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji aliyê CPJ'ê ve hatine tomarkirin 18 e û 2 ji wan jin in. Rojnamegerên ku di lîsteya CPJ'ê de wekî girti cih digrin Ayşegul Parildak û Hatîce Duman in.
"PEC: Ji ber pandemiyê herî kêm hezar û 400 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan"
Press Emblem Campaign (PEC) ya ku navenda wê li Cenevreyê ye, ragihand ku li cîhanê cînayetên rojnamegeran ji sedî 14 kêm bûne. Di sala 2021’ê de li 29 welatan 79 xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin. Ev hejmar di sala 2020’an de 92 bû. Afganistan ji bo rojnamegeran welatê herî kujende ye. Ji aliyê din ve PEC hejmara rojnamegerên ku ji destpêka pandemiya Kovîd-19 heta niha ji ber pandemiyê mirine eşkere kir. Li gorî vê yekê, ji 1'ê Adara 2020'an heta niha 954 kes ji Amerîkaya Latîn, 556 ji Asyayê, 263 ji Ewropayê, 98 ji Afrîkayê û 69 kes jî ji Bakurê Amerîkayê bi tevahî hezar û 940 rojnameger ji ber Kovîd-19 mirine. PEC'ê da zanîn li hin welatan agahiyên pêbawer nîn in, diyar kir ku dibe ev hejmar bigihêje 2000'î.
"Rojnameger rastî tundiya dewletê û ya sivîlan tên"
Sekretera Giştî ya Sendîkaya Çapemeniya DÎSK'ê Ozge Yurttaş, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ji sala 1905'an vir ve 79 rojnameger hatine qetilkirin, karneyê Tirkiyeyê yê tundiya li dijî rojnamegeran ji ajansa me re nirxand. Ozge Yurttaş got: “Rojnameger di van 5-6 salên dawî de nebûne hedefa kuştin û qetlîameke rasterast lê tundiya li ser rojnamegeran didome. Li kolanan hem tundiya dewletê, hem jî tundiya sivîlan a weke ku me di hin xwepêşandanan de dît, gelek caran li rojnamegeran tê kirin” û diyar kir ku li cîhanê jî rojnameger dibin hedefa navendên sûc.
Ozge Yurttaş bi bîr xist ku di sala 2017'an de Daphne Caruana Galizia ji ber nûçeyên ku li Maltayê daye bûye hedefa çeteyan û li Hollandayê rojnamegerê lêkolîner Peter R de Vries ji ber nûçeyên çêkir ji aliyê rêxistinên sûc ve hat qetilkirin û wiha got: “Em bi xemgînî şahid in ku pîşeya rojnamegeriyê bi cewherê xwe hedefa hin navendên sûc an jî navendên desthilatdariyê ne. Rojnameger dem bi dem bi sûîqestan û dem bi dem jî dibin hedefa pêkanînên din ên tirsandin û tepisandinê."
"Me cînayetên kontrgerîla dîtin"
Ozge Yurttaş bi gotina; “Rojnamegerên li Tirkiyeyê bi giranî weke ku em jê re dibêjin kuştinên kiryar nediyar bûne qurbaniyên kuştin û sûîqestên ku em bawer dikin li pişt wan hêzên kontrgerîla hene” û wiha axivî: “Dema em li dîroka xwe ya nêz, li rojnamegerên hatine qetilkirin binêrin dê were bîra me ku Metîn Goktepe di sala 1996’an de hat qetilkirin. Metîn Goktepe di sala 1996'an de piştî îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da. Di sala 1999’an de kuştina Ahmet Taner Kişlali bi suîqesta bombeyê, di sala 2007’an de qetilkirina rasterast a Hrant Dink. Dema em li van dinêrin, em dibînin ku li pişt van bûyeran şopa kontrgerîla heye. Di cînayeta Dînk de ev yek pir zelal derket holê. Di cînayeta Kişlali de dîsa hemû nîşane nîşan didin ku ev sûîqest çalakiyeke kontrgerîla ye. Hedefkirina kedkarên çapemeniyê yên di salên 1990’î de di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîn jî cînayetên ku dikarin weke çalakiyên kontrgerîla bên binavkirin bûn.”
"Bêcezatî rê li ber tundiyê vedike"
Ozge Yurttaş wiha domand; "Di mijara pêşîgirtina tundiya li hemberî rojnamegeran û qetlîamên li hemberî rojnamegeran de tişta ewil tê bîra me ew e ku heta niha di dozên rojnamegerên hatine qetilkirin de rûbirûbûn û hesabpirsînêk rast nehatiye jiyîn. Em bi tecrubeyan dibînin, çawa ku qetlîama mohra xwe li hafizeya civakî ya li Tirkiyeyê daye yên berpirsyarên rastî ku tetîkê kişandine û yên ku ferman dane, di raya giştî û wijdanî de nehatine mehkûmkirin.” 
Ozge Yurttaş destnîşan kir ku tundî û cînayetên li dijî rojnamegeran "stratejiyeke rêvebirinê" ye, diyar kir ku di pêşîlêgirtina tundî û cînayetan de avakirina azadîya çapemeniyê, derbirîn û avakirina civakeke ku rojnameger bi awayekî azad bi parêzbendiya pîşeyî ragihînin, herî kêm bi qasî tedbîrên zagonî girîng e.