Kampanye ya piştevaniya jinên Afganistanê
Hejmarek ji bikarhênerên medyayê ji bo jinên aktîvîst ên Afganistanê kampanyaya piştgirîdayînê dan destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Hejmarek bikarhênerên medyayê ji bo balê bikşînên ser zexta zêde ya li ser jinên aktîvîst ên Afganî ku piştî Talîbanê dest danî ser rêveberiya welat zêdetir bû, ji bo jinan kampanyayek piştgiriyê dan destpêkirin.
Ji bo kampanyaya ku bi sernavê “Jinên li Afganistanê bi tenê nehêlin” (STAND WİTH WOMEN IN AFGHANISTAN) hat destpêkirin, ji gelek welatên cîhanê beşdarbûn çêbû. Ji pêşengên kampanyayê Mursal Elî jî agahî parve kir ku li ser vê mijarê malperek ava kirine.
Huda Khamoush banga piştgiriya ji bo jinên Afgan kir
Sînemeger Sahra Manî yek ji navên ku beşdarî kampanyayê dibe ye. Sahra Manî banga piştgirîkirina jinên Afganî kir. Aktîvîsta Afganî Huda Khamoush bi tabloyên xwe yên balkêş tevli kampanyayê bû.
Kesên ku li ser medyayê beşdarî kampanyayê bûn, dirûşma kampanyayê di hundirê destên xwe de nivîsandin, şewazê ku nîvê rûyê xwe bigrin wêneyên xwe kişandin û parve kirin.