Kampanya TAJÊ a xweparastinê bi dawî bû

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adara îsal de kampanya bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ dabû desptê kirin, Îro bi daxuyaniyekê dawî kir. TAJÊ di daxuyaniyê de spasiya hemû jinên piştgirî dan kampanyayê kir.

Şengal- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî qirkirina jinan kampanyayek di 8’ê Adara 2024’an heya 3’ê Tebaxê bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ dabûn destpê kirin. Kampanya li ser asta Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa, Bakurê Afrîqa û Rûsyayê  ji milê rêxistinên jinan ve rastî piştgiriyek gelek bi hêz hat.

Meş, daxuyanî, serdan û bi dehan çalakiyên cihereng di çerçoveya kampanyayê de lidarxistin. Îro li Navçeya Sinûnê li  gel navenda TAJÊ dawîkirina kampaniyayê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî ji aliyê berdevka dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Pênc hezar sal in ji ber zihniyeta baviksalarî qirkirina jin bi rengek pergalî bi rêve diçe. Di kesayeta jinan de civak qirkirinê re derbas dibe. Lê ruxmî zilim, şidet û bê mafiyê, qêrîna jinên tekoşînvan û berxwedanvan ji bo jiyanek azad her dem xwedî wateyek dîrokî bûye. Dîroka koletiya jin nehatiye nivîsandin û dîroka azadiya jin li benda nivîsandinê ye. Îro bi felsefa “Jin, Jiyan, Azadî” jin li cîhanê xwedî kedek bi rûmet in. Azadî bê bedel nabe  Îro bi ked û xwîna jinên leheneg dîroka azadiya jin tê nivîsandin.

Kampanya ji milê rêxistinên jinan ve rastî piştgiriyek gelek bi hêz hat

Ji ber qirkirina jinan cîhanî ye,  xwezayî xweparastin jî cîhanî ye. Bi armanca tekoşîn û xweparastina  hevbeş a jinên cîhanê bighîje yekîtiyek bi hêztir. Me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  dest bi kampanya enternasyonalîst  kir. Kampanya bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparstinê”, 8 ê Adarê Roja Jinên Cîhanê despêkir heya 3 û 8’ Tebaxê roja salvegera fermanê a sala 2014 an li ser civaka Êzidî, dewam kir.

Kampanya ser asta Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa, Bakurê Afrîka û Rûsyayê  ji milê rêxistinên jinan ve rastî piştgiriyek gelek bi hêz hat. Em bi vê  tevlîbûna a bi wate û girîng ya jinan gelek kêfxweş bûn.  Her rêxistinek jinan ku di vê kampanyê de bûn xwedî ked, em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ),  sipasiya wan dikin.  Em wan jinên tekoşînvan û bedew yek bi yek silav dikin, keda wan heya dawî bi nirx û hêja dibînin.

Hêza herî mezin yekîtiya jinan e

Dibe ku kampanya bi dawî bû lê hîna heya vê kêliyê jin rastî qetilkitin, ber bi xwekuştinê ve kişandin, darve kirin rastî her cure şidetê tên. Ev tê wê wateyê ku qirkirin dewam dike, tê wateya wê tekoşîna me ya xweparastinê ji bo jiyanek wekhev û demoratîk her berdewam bike. Pêwîste bi tekoşîn, yekîtî û berxwadana hevbeş a jinan  em guhê deshilatdara kun bikin û textê deshiatdariyê hilweşin in. Bila cîhan bizane hêza herî mezin yekîtiya jinan e, ev yekîtî wê zihniyeta ku bi kuştina jin jiyanê dikuje parça parça bibe, dawî lê were. Mafê her mirovek, her jinekê heye ku azad jiyan bike ji bo wê çi dibe bila bibe û bedel çi dibe bila bibe, em di wê bawariyê de ne ku bi felsefa “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rêber Apo, her wiha bi yekîtiya tevahî jinên enternasyonalst emê dawî li qirkirina jinan bînin û teqez emê bi ser bikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî’, ’Bimre zihniyeta qirker’, ’Bijî tekoşîn û  berxwedana jinan’ bi dawî bû.

‘Tekoşîna me wê berdewam bike’

Endama TAJÊ Emşê Korkorkî li ser kampanyayê ji ajansa mere axivî û wiha got: “Me ji destpêka Adarê heta roja salvegera fermanê bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” kampanyayek da destpê kirin. TAJÊ di nava vê demê de çalakiyên li dijî qetilkirin, zilm û zordariya li ser jin, revandin û hemû cûreyên tundiyê çalakî lidar xist. Kampanya bi awayekî aktîf berdewam kir. Bê guman ev kampanya hemû cûreyên tundiyê bidawî nekir. Lê belê hêz û îradeya jin û bi taybet jina Êzidî bihêz kir. Li kuderê zilm û destdirêjî li ser jinê hebe, divê jina Êzidî û hemû jinên azadîxwaz xwe bighînin wê jinê û wê xilas bikin. jJna Êzidî ne jina beriya fermanê ye. Îro jina Êzidî bi fikir û ramanê Rêber Apo xwe birêxistin dike. Em destxweşiyê li her rêxistin û jinekê dikin ku piştgirî dan me û tevgera me, em serkeftinê ji her jinekê azadîxwaz re dixwazin.”