Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: 2 jê jin 39 kes hat darvekirin

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 84’an de bi beşdarbûna Girtîgeha Lengerudê didome. Kampanyayê ragihand ku hefteya borî Îranê 2 jê jin 39 kes darve kiriye.

Navenda Nûçeyan – Di hefteya 84’emîn de komekî girtiyên li Girtîgeha Lengerudê ya li Kumê jî beşdarî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ bû. Bi vê awayê hejmara girtîgehên beşdarî kampanyayê bûn bû 51. Kampanyayê di roja 37’emîn a darvekirina girtiyên siyasî Mehdî Hasani û Behruz Ehsanî de carek din anî ziman ku divê cezayên mirinê bên rakirin û rêz li mafên mirovan re bê girtin.

Di daxuyaniya kampanyayê de wiha hat gotin:

"Tevî ku 37 roj di ser darvekirina Mehdî Hesenî û Behrûz Ehsanî re derbas bûne jî, malbat û hezkiriyên wan hîn jî ji cihê gorên wan bêxeber in. Ev kiryara nemirovane mînakek sereke ya îşkence û windakirinên bi zorê ye ku malbatên windayan hedef digirin. Darvekirinên dubare li Îranê ne tenê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e, lê di heman demê de bi rêya tirsê bêdengkirina civakê ye."

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku tenê hefteya borî, 2 jê jin 39 girtî hatine darvekirin, bi vî awayî ji Adarê ve hejmara darvekirinan gihîştiye 704 kesan.

Li gorî kampanyayê, ev rewş nîşan dide ku dewlet "siyaseteke xwînî ya tepeserkirinê" pêk tîne da ku desthilatdariya xwe biparêze. Lêbelê, hate zêdekirin, "Ev windahî dê di bîra mirovên ku daxwaza azadiyê dikin de neyên jibîrkirin, û xwîna wan dê di damarên nifşên ciwan de berdewam bike."

Bi çalakiya vê hefteyê re, hejmara girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne gihîştiye 51’ê. Di daxuyaniyê de tekez hat kirin ku ev yek di nav civak û zindanên Îranê de îradeyek berfireh a berxwedanê nîşan dide.

Di dawiyê de, ji ber koça dawî ya endamê kampanyayê Veli Daneşwarkar, peyamek sersaxiyê ji malbat û hemû parêzvanên mafên mirovan re hat şandin.