Kampanya ‘navê min navê dayika mine’
Kampanya bi navê ‘navê min navê dayika mine’ bi boneya di zagonê de guherîn bê çêkirin û li cihê navê bav navê dayikê weke nasnavê zarok di nasnamê de bê nivîsîn 5’ê Kanuna 2018’an ji aliyê rêxistinên gel û Yekitiya Jinan ve hatibû despêkirin hîna jî dewame.
TERZE TEHA
Silêmanî - Kampanya bi navê ‘navê min navê dayika mine’ xebatê li ser yasaya di nasnameya zarokan de guherînê çêke û li cihê navê bav navê dayikê li pişta navê zarokan bê zêde kirin bê nivisandin û her zarokek ku ji dayik dibe paşnavê dayikê bigrin. Ji bo pêkanîna vê armancê rêxistina piroje yasa jimare 3 sala 2016’an li Iraqê amadekiriye ku li gora vê yasayê tenê bav dikare navê xwe bide zarokê, xebatek tê meşandin daku zarok bikare navê dayikê bigre ji bo wê kampanya bi navê ‘Navê Min Navê Dayika Mine’ ku di 5’ê Kanuna sala 2018’an ji aliyê rêxistinên gel û Yekitiya Jinan ve bi bejdarbûna çend kesyet û parlementeran hat detpê kirin û hîna dewame. Piroje yasa ji aliyê 27 parlementran ve hatiye îmza kirin. Kampanya di nava rêxistinên civakî, hunermend û kesayetiyên navdar de belav dibe û xwe gihandiya xwendekarên zanîngehê jî. Ji bo belavbûna vê kampanyê, bi taybet di çend rojên bûrî de, xebatek berfireh di medyaya civakî de hat kirin û beşek ji hemwelatiyan piştgiriya xwe ji bo kampanyê dan nîşandan. Li beramberî vê yekê jî beşek din bi pirsên cuda yên ku ne li gora ola Îslamê ye ev yek red kirin û bi tu awayan na pejirinin.
“Piroje li parlemena Iraqê ye”
Parêzer û endama vê kampanyê Soma Yasîn diyar kir ku ji bo çareseriya zarokên di encama destdirêjiya zayendî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser jinên Êzîdî hatî kirin de hatîn diniyayê jî xebatek bê kirin, ji ber heta niha nehatiye diyarkirin ku bavê zarok kiye û qet nasnameyek a Iraqê nîne, di heman demê de ola wan îslam e. Soma Yasîn bibîrxist ku li gora amarên ne fermî heta niha zêdeyî çar hezar zarokên bê nasname hene ku piraniya wan piştî hatina çeteyên DAIŞ dayik bûne. Soma Yasîn destnîşan kir ku yan bavê wan zarokan miriye yan ji ne diyare, ji ber wê daku dayik bikarin navê xwe bidin zarokên xwe demê wan zarokan yê çuyîna dibistanê ye ku eve mafê sereke yê her mirovekê ye û wiha dom kir: “Em dixwazin kar li ser vê yekê bikin ku zarokên bê bav bikarin bibin xwedî nasname û ji xwendina xwe dûr nekevin û vê pêngava xwe bi cih bikîn. Heta niha karek mezin ji bo vê kampanyê hatiye kirin, piroje li parlemena Iraqê ye.”
“Divê mekanizmayek baş ji bo kampanyayê were avakirin”
Endama rêveberiya Yekgirtûya Îslama Kurdistanê Bihar Ebdurehman ku dema bûrî endama Parlemena Herêma Kurdistanê bû di derbarê ola Îslamê de xwedî tecrubeye wiha dibêje: “Di dema pêşî ya parlemenê de, me li gel parlemanan nirxandin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kir, lê belê bi dawî anîna demê parlemenê re em negihan encamekê. Li gor ola Îslamê ku li tu olên din de nîne ku zarok an bi navê dayik an jî bi navê bav be, ev mijare li gora kevneşopiyên civakê çavkanî girtiye. Ji bo vê divê rêxistin bi mekanîzmayek guncaw bi derxistina yasayê ji bo vê pirsgirêkê li gel pisporên di vî aliyî de bi civin. Divê di demê pêş de bingeek ji bo vê mijarê were danîn, armanc û makanizmaya vê ji bo gel were vegotin, ku xizmetê ji bo kê dike û heta çîqasê ev pirsgirêka kampanyayê pirsgirêka civakê ye. Ger di destpêkê de bi hemwelatiyan bidin fam kirin wê karê kampanyayê hîn hêsantir bibe. Ew kesên bûne nûnerên kampanyayê zêdetir armanc wergirtina ferd û berjewendiyên take kesî û siyasiye ta ku bigihin çareserkirina pirsgirêkê. Ev mijare di asata dewletî bi alîkariya rêxistinan wê çareser bibe. Mekanîzmayek avabikin heta ku pirsgirêk çareser bibe ne ku aloztir bike. Divê ji bo vê pêngavê çareseriyek baş çêbibe, ne bikin pirsgirêkek siyasî û berjewendiyêntake kesî.”