Kakayiyan li Helebceyê 5’emîn mihrîcana Bexşînê lidar xistin

Li gundê Hewar a girêdayî parêzgeha Helebceyê, Kakayiyên gundên Hewar, Hewarekun, Dertûyê, 5’yemîn Mihrîcana Roja Bexşînê lidar xistin.

RÊJNE SELAM

Helebce – Roja Bexşîn, kevneşopiyek Kakeyîyan e. Her sal bi mebesta wê mihrîcanek tê lidarxistin. Armanca vê mihrîcanê, parastina yekîtiya Kakayiyan e. Duh jî li gundê Hewar ê girêdayî parêzgeha Helebce 5’yemîn Mihrîcana Roja bexşînê ya Kakeyiyan bi dirûşmeya  ‘Bexşîn çanda me ye’ hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek kesayetên Kakayî amade bûn. Di mirîcanê de her wiha gelek xwarinên herêmî hatin nasandan.

Her sal bi cureyek xwarinê beşdar dibin

Nexşîn Selam ku jinek destrengîn e û Kakeyî ye, ligel malbata xwe beşdarî mihrîcanê bûye. Nexşîn Selam derbarê mihrîcanê de wiha got: “Em bi malbatî beşdarî mirîcanê bûne. Ez bi xwe bi çêkirina xwarinê û zarokên min û hevjînê min, bi mûzîkê beşdarî mihrîcanê bûn. Roja bexşînê her sal em bi mirîcanê pêşwazî dikin. Di meha Nîsanê de hemû malbat bi xwarinên xwe beşdar dibin. Her sal ez cûreyek xwarin çêdikim û beşdar dibim. Îsal min genim keland da ku hemû kes tam bikin. Ev tê wateya bereketê. Bi vê kevneşopiyê hezkirina me ya ji hev, zêdetir dibe û em dibin yek.”

Tê wateya bi hev re jiyanê

Emîre Fatif jî balkişand ser girîngiya xwarinan a ji bo parastina çandê û wiha got: “Xwarin tê wateya bi hev re jiyan û pêşandanê. Her cûreyê xwarinê, girîng e. Pêwîst e ku xwarina destê me zêdetir bi dilxweşî were xwarin.”