Jiyanek ku di Tevgera Jinên Kurd de bûye sembol: Zîlan

Zeynep Kinaci (Zîlan) di nava têkoşîna azadiya jinan de bûye kesayetek sembol. Jin li pey şopa Zîlanê ku di got: “Ez dixwazim jiyaneke watedar bijîm û bibim xwedî çalakiyek mezin”in.

Navenda Nûçeyan – Hin nav hene ne tenê ji ber bûyerek dîrokî têne bîranîn; bi demê re di nîqaşên siyasî, civakî û rewşenbîrî de dibin kesayetên navend û heta piştî salan dibin kirde. Zeynep Kinaci ku bi navê Zîlan tê nasîn di tevgera siyasî ya Kurd de yek ji van navan e.

Çalakiya wê ya di sala 1996’an de, ne tenê wek çalakiyek di atmosfera pevçûnên wê demê de hate nirxandin, di heman demê de bi taybetî ji bo têkoşîna rizgariya jinan wek xalek werçerxê bû. Tevî salên derbas bûne jî, navê Zîlan ne tenê wek kesayetek dîrokî, di heman demê de di nîqaşên li ser rewşa jinan di qada siyasî, rolên wan di têkoşîna kolektîf û rizgariyê de jî pir caran tê bîranîn. Jiyana Zîlan ne tenê ji bo çalakiya ku wê kiriye, di heman demê de ji bo çîroka jiyana wê jî, ku ji zarokatiya wê bigre heta salên zanîngehê, ji teşekirina ramanên wê yên siyasî bigre heta nivîsên ku wê nivîsandine, rastî eleqeyek mezin tê.

‘Ez dikarim bibim mîlîtan û şopînerê Zîlan’

30 sal bi ser şahadeta sembola jinên Kurd û jiyana xwe ji bo vê dozê terxan kirî Zîlan re derbas bû. Zeynep Kinaci ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina ku “Zîlan bi çalakiya xwe ez derbas kirim. Ji niha pê ve, ez tenê dikarim bibim mîlîtan û şopînerê Zîlanê” tarîf kirî, di sala 1972’an de li gundê Elmalî yê girêdayî Meletiyê ji dayîk bû. Ew zaroka malbatek beşa navîn bû. Zeynep Kinaci ku ji beşa Rêberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk a Zanîngeha Înonu ya Meletiyê mezûn bû, demekê wekî teknîsyenek rontgenê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê xebitî. Ew bi Mehmet Alî Atli ku hevalek wê yê ji gundê Xîlya yê navçeya Egil a Amed ku li heman zanîngehê di heman beşê de xwendibû re zewicî bû.

Ji pênûsa wê çîroka jiyana wê…

Zeynep Kinaci çîroka jiyana xwe û naskirina xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re wiha anî bû ziman: “Dema min di lîseyê de dixwend bîr û barweriya çep û Kurdayetiyê bandora xwe li ser min çêkir. Min di van salan de dest pê kir. Lê ez nêzî tu hêzeke siyasî nebûm û neketim nava xebatê. Dema min li zanîngehê dixwend, dîtîn û meyla min a çepîtî zelal­tir bû, sempatiya min ji PKK’ê re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî hestên Kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê min ê Kurdperwer bi pêş diket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêz ne bi rêxistin bûn. Pêşengî tunebû. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û dawî ez ketim nava refên têkoşînê.”

‘Partiya me têkoşîna me ye ku bûye tekane hêviya me’

Zeyneb Kinaci, di sala 1994’an de li bajarê Edeneyê dest bi xebatên eniyê kir. Bi qasî salekê xebata xwe domandiye. Zeyneb Kinaci, ji ber ku ji perwerdeyeke cidî derbas nebû, xwe rexne kir, her dem bi daxwaz û biryar bû. Di sala 1995’an de ji Dêrsimê beşdar bû. Zeyneb Kinaci, vê pêvajoyê mîna demên pêşketina di nava PKK’ê de bi nav kir û ev tişt got: “Têkoşîna me ya di pêşengiya PKK’ê de bipêş ket, ji hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên bindest re di rêya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkarkirin û bêşexsiyetkirin, di dîrokê de cara yekem serbilind û serfiraz bû. Her wiha ev gelê ku nirxên wî yên netewî, ruh, çand û nasnameya wê hatibû înkar û îmhakirin û ketibû bin destê dijmin, hatibû bê şexsiyetkirin. Bi vê têkoşînê, carekê din hişyar bû û zana bû.

‘Divê xwedîderketina mîrasa dîrokî û pêdiviyên pêvajoyê bicîh bînin’

Zeynep Kinaci di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi çalakiyek fedaî bersiv da êrîşa ku di 6’ê Gulana 1996'an de bi armanca tunekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin. Got ‘Divê em pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin’. Me jî cih da beşek nameya Zeynep Kinacî ku behsa sedemê çalakiya xwe dike:

“Serokê min!

Îdîaya min a jiyanê gelek mezin e û dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di pêşengtiya Rêber Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cihê xwe yê giranbiha bigre û bighêje mafê xwe. Li ser vê bingehê careke din nêzîkayî û dilsoziya xwe ji Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soza layîqî wan bim, didim. Ji bo jiyanê armanca min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.

Ji bo jinên azadîxwaz ên Kurdistanê!

Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binhêre, dibîne ku ketin û pelçiqandina jinê hem ji bo ku jin e û hem jî, ji bo ku jina welatekî dagirkirî ye, pirs girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tişt bû. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: “Li ser sifreyê dora wê piştî ya gayê   tê” Rewşa jina Kurd wiha xerab e ku pirsgirêk gelek mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî wiha mezin û bêwestan be. Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e. Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.

Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibhîze!

Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!... Em zarokên neteweyeke wiha ne ku welatê me ji destê me hatiye girtin û dagirkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayek azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê ye. Êdî divê xwîn, rondik, koçberî, zordarî û barbarî ne çarenûsa gelê Kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo bi destxistina azadiyê, riyekê din jî ji me re nehiştine. Tawanbarên vî şerê hêzên emperyalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e.  Ger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.

Ez bang li hemû mirovahiyê dikim!

Ger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bidin milê gelê Kurdistanê, destek bidin, zingara ser mêjî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vî dengî de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.

Gelê min ê welatparêz!

Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku şer gelek sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê şerê me şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cih bînin. Bîwêjek wiha heye; Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan. Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek hêja ye. Loma dijmin ewqas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin ? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em winda bikin? Em mirina bi rûmet, ji jiyana bêrûmet çêtir dibînin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê wek berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK dabû destpêkirin derkeve. Heta niha çiqas bedêl dabe jî amade ye ewqas bedêlên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cîhê xwe bigre.

Manîfestoya jinan nivîsand

Çalakiya Zeynep Kinaci li dijî hemû êrîşan bedena xwe feda kirî, bangek ji bo artêşbûna jinan bû. Banga Zeynep Kinaci ji hêla bi hezaran jinên Kurd ve hat bersivandin. Agirê ku Zeynep Kinaci pêxist, tovên pêşî yê felsefeya diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li hemû qadan deng vedaye çand. Zeynep Kinaci manîfestoya şoreşa ku li axa Kurdistanê ji dayîk bûye afirand. Di vê manîfestoyê de navê wê wek wateya berxwedana bêdawî û jiyanek azad hate nivîsandin.