“Jiyana me li Tirkiyeyê di ewlehiyê de nîn e”
Li Tirkiyeyê di van 20 salên dawî de ji ber polîtîkayên bêcezakirinê komkujiyên jinan zêde bûne, ev rêje bi betalkirina Peymana Stenbolê ku xeta jiyanê ya jinan e, her diçe zêde dibe. Me mîkrofonên xwe direjî jinên Amedê kir û jinan bersiva pirsa me ya, "Hûn xwe li Tirkiyeyê di ewlehiyê de hîs dikin?" dan û diyar kirin ku bêcezahiştina kiryarên jinan, ewlehiya jiyanê ji bo wan nehiştiye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Komkujiyên jinan ên li bajarên Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Tevî ku ji bo van komkujiyên ku veguherîne qirkirinek cinsî tu tedbîr nehatine girtin jî Peymana Stenbolê ku mafên jinan diparêze û ji destkeftiyên jinan pêk tê, di 1'ê Tîrmehê de hat rakirin. Jinan diyar kirin ku kêmkirina tevgerên baş û polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê kiryaran teşwîq dike û bang kirin ku her kes erka xwe di warê komkujiyên jinan de pêk bîne. Têkildarî zêdebûna komkujiyên jinan ên di 20 salên dawî de me mîkrofonên xwe dirêjî jinan kir. Li gel komkujiyên jinan, me bi taybetî pirsa "Hûn li Tirkiyeyê xwe di ewlehiyê de hîs dikin?" ji jinan kir. Hemû jinên Amedê yên ku me mîkrofon radestî wan kir, bersiva vê pirsê dan "na" û diyar kirin ku ew pêvajoya jinan a li welat bi nerehetî dişopînin.
"Kiryar di nava du rojan de tên berdan"
Hîcran Açikgoz, yek ji wan jinên ku me mîkrofon li kolanan dirêj kir got; "Ez li Tirkiyeyê xwe ewle hîs nakim" û axaftina xwe wiha domand: "Ma ger îro zilamek sapik di kolanan de bi serbestî bimeşe ez di ewlehî de me? Tiştê ku îro tê serê zarokek din, ma diyar e sibê nayê serê min. Gelek fikarên me hene. Li derdorê tacîzkar û kujer digerîn. Jin piştî demjimêrek nikarin derkeve derve. Dewletê kujer û tacîzkaran serbest berdidin. Ew sûcdaran digrin û du roj şûnde berdidin derve."
“Kujer bêyî ku bên cezakirin azad digerin”
Ji jinan Sacîde Kabak diyar kir ku divê li dijî komkujiyên li welat li dijî jinan zêde dibin tedbîr werin girtin û bang li jinên ku rastî şîdetê hatine kir ku xwe biparêzin. Sacîde Kabak axaftina xwe wiha domand: “Em her tim di bin çavan de ne. Ew her dem li me dinêrin, bi çavên xwe jinan tacîz dikin. Her roj li welat, jinek an ji hêla hevjînê xwe ve yan ji hêla malbata xwe ve tê kuştin. Ji bo ku ev di zûtirîn demê de biqedin yan jî kêm bibin divê ji mafên jinan re rêz were girtin û werin bicihanîn. Divê pêşî li qetilkirina jinan were girtin. Yên dikujin divê bên cezakirin. Kujer bêyî ku bên cezakirin azad digerin. Divê jin li hemberî şîdeta li ser xwe tawîz nedin. Mirov tenê carekê tê vê dinyayê. Jin yan jî mêr hemû mirov in divê li gorî wê were tevgerîn. Jinên ku rastî şîdetê tên divê li dijî vê yekê xweparastinê bi pêş bixin. ”
"Azadiya me ji destên me tê girtin"
Ayşe Eser diyar kir ku ji ber komkujiyên jinan ên li welat ew nikanin danê êvarê derkevin û di nava fikaran de dijîn, bal kişand ku ev cînayet bi polîtîkaya bêcezakirinê hîn zêdetir bûne. Ayşe Eser got; “Dema ku mirina jinan ewqas zêde be ez ê çawa xwe di ewlehiyê de hîs bikim? We qet dîtiye ku jinek tecawizî ajalan dike yan jî ji ber ku ji xwarinê neecibandiye mêr bişewitîne? Hûn nikarin bibînin. Li welatên din çawa be, pêwîst e li vir jî wekî welatên din be. Ji bo ku ev mirin û şîdet bi dawî bibin divê kujer bên cezakirin. Bi vî awayî, sûcdar ditirsin û mirovên din ji van cezayan ders digrin. Malbata min ku ev şîdet û bûyerên qewimîn dibinîn, bi tu awayî nahêlin ku ez bi şev derkevim derve. Mafên min ê herî xwezayî ye ku ez azad bijîm lê em nikarin bi tu awayî bijîn. Em nikarin bi şev derkevin derve. Ne tenê li vir, li her deverê welat wiha ye.”
"Ne jin, ne xweza ne jî ajal di ewlehiyê de nîn in"
Jineke din a bi navê Mizgîn Kirboga bi van gotinan bertek nîşanî bûyeran da: “Îro ne tenê ez, hemû jin li Tirkiyeyê xwe ewle hîs nakin. Ez çawa bejim, gava ku ew derdikevin derve yan jî dixwazin biçin cihek, gava ku roj diçe ava ew dest bi xeman dikin. Jin pêşeroja me ne lê jinên me her roj tên qetilkirin. Îro, bi domdarî li ser medyaya civakî banga hestiyariya li hemberî mirin û şîdetê tê kirin lê tedbîr nayên girtin. Îro pirsgirêk ne kincên ku jin li xwe dike ye. Ji ber ku heman tişt bi ajalan re jî diqewimin. Êdî hatiye astek wisa ku em nizanin çawa jin, ajal an jî xwezayê biparêzin. Hemû zilma li ajalan tê kirin li jinan jî tê kirin.”
"Bila peymana Stenbolê bikeve meriyetê"
Îpek Kurt da xuyakirin ku heta polîtîkayên bêcezakirinê werin meşandin tawanên li dijî jin, xweza û ajalan bi dawî nebin û wiha got: “Ji ber ku qanûnên diyar û cezayên zelal tune ne, ev bûyer tim tên dubarekirin. Lê ew her tim bi ramana 'Ez ê werim berdan’ her tiştî dikin. Em kuştinên jinan her dem di nûçeyan de dibînin û eşkere bibêjim ku ev nûçe jî me aciz dikin. Piştî ku ez bêm kuştin ew ê du mehan di girtîgehê de bimîne. Ma kuştina min a li vir bê ceza dimîne? Ji ber vê yekê bêguman ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Peymana Stenbolê mafên jinan diparast. Ji bo ku ev maf dîsa werin vegerandin divê peyman ji nû ve bikeve meriyetê. An na ev cînayetên jinan naqedin û heta ku em wan tiştan nekin jî dê bi dawî nebin.”