Jiyana li Idliba dagirkirî bandorê li zarokan dike

Jin û zarokên li Idlibê li kêleka zehmetiyên jiyanî ji ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk di nav tirsê de ne. Êrîş û tundiya çeteyan bandorê li derûniya zarok û jinên li Idlibê dike.

SUHA EL-ELÎ

Idlib – Ji roja dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Idlib dagir kir jiyana jinan û zarokan di nav zehmetî û tirsan de derbas dibe. Ji sala 2015’an ve çeteyên HTŞ dibin navê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Cewlanî gelek kesan girtin û hîn jî aqubeta wan kesan nayê zanîn. Rojane tundî û zext li ser civaka Idlibê bi taybetî li ser jin û zarokan heye. Ev zext û tundî li ser derûniya wan bandorê dike.

‘Êrîşên endamên HTŞ zarokên min gelekî tirsandin’

Selwa Ilwan a 31 salî koçber e û li kampên Berdeqlî dimîne got: “Endamên çeteyan ên navê Tehrîr El-Şam (HTŞ) nîvê şevê êrîşî konê min kirin û piştî gelek axaftinên nexweş hevjînê min birin. Em gelekî tirsandin. Hevjînê min tiştek nekiriye lê bi awayek hovanê wî birin. Hevjînê min tenê gazin ji rewşa jiyanî ya em têde ne dikir. Êrîşên endamên HTŞ zarokên min gelekî tirsandin.”

‘Ji bert hevjînê min rexne li HTŞ kir hat girtin’

Meryem Selmo ya 29 salî got: “Piştî êrîşên endamên girêdayî HTŞ û dema ku li hevjînê min dan û hat girtin êdî ez nikarim li mala xwe birûnêm. Hevjînê min tiştek nekiriye heta ku bi vî rengî hat girtin. Hevjînê min ji pirsgirêkan hez nake. Tenê di demên dawî de hin belavok li ser medyaya civakî belav kir û têde rexne danûstandina HTŞ bi xwepêşandanên sivîl re kir hat girtin. Ji dema hevjînê min beriya 5 mehan ve hatiye girtin ez nikarim li mala xwe ya li bajarokê Dêr Hesan bimînim bi taybet herdû zarokên min êdî ji mala xwe ditirsin.”

Meryem Selmo niha li gel malbata xwe li bajarê Harim li Bakurê Sûriyê bi herdû zarokên xwe re dimîne, tevî ku HTŞ di girtinê de tu agahî nedaye heta ku hevjînê wê ji zindanê derkeve dê li gel malbata xwe bimîne.

‘Zext û tundî herî zêde li ser zarokan bandor dike’

Şêwirmenda derûnî û civakî Duaa Nûr El-Dîn diyar kir ku zarokên taybet di bin 6 salî dema dibin şahêdê tundî û zextê li ser derûniya wan bandor dike û wiha berdevam kir:”Ev bûyer dê bi wan re heta demek dirêj bimîne. Çi dengekî bilind were wan dê bitirsin û dê bandorê li şêwazê wan ê jiyanî bike. Divê jin û zarokên li Idlibê rûbirûbûyî van bûyeran neyên ji ber dê bandorê heta demek dirêj li jiyana wan bike.”