Jiyana koçberên jin ên li Idlibê di xeterê de ye

Koçberên li Idlîbê bi salan di nav zor û zehmetiyan de dijîn. Jiyana kampên bê ewle herî zêde li ser jinan bandora xwe dike. Jinên koçber ji xizmeta tendirustiyê bigre heya ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bêpar in.

HEDÎL-ELOMER

Idlib- Bi hezaran jinên koçber li Idlibê di bin konên riziyayî de dijîn. Tevî ku bi salan e koçber in û li kampan dijîn lê belê jiyana wan her diçe xirabtir dibe. Rêxistinên civaka sivîl û aliyên pêwendîdar li wê derê jî rewşa koçberan paşguh dikin. Rewşa koçberî û jiyana li kampên bê ewle herî zêde li ser jinan bandora xwe dike. Jinên koçber ji xizmeta tendirustiyê bigre heya ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bê par in. Bi hatina havînê re divê kon bên guhertin lê ji ber bê xizmetî û paşguhkirinê koçber neçar dibin di bin konên riziyayî de jiyana xwe bidomînin. 

Ji ber buhayê qumaşên konan nikare konê xwe nû bike

Eza El-Esker a 39 salî ji gundewarên Idliba başûr e û li kampa Qah a bakurê Idlibê dimîne got ku ew di kampeke ku li ser lûtkeyeke çiyayî ye bê parastin dimîne. Di dema zivistanê de ew û zarokên xwe ji ber lehiya radibe di xeterê de ne, di demsala havînê de jî ji ber kêzik mar û dûpişkan nikarin jiyana xwe bi aramî derbas bikin. Eza El-Esker di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew her car hewl dide konê bikire û ji nû ve xwe bi cih bike lê ji ber qumaşên konan pir buha ye nikare bikire û destnîşan kir ku qumaşên konan zû dirizin. Eza El-Esker di dawî de got ku tu aliyek têkildar û saziyên mirovî ji wan re konan naynin.

‘Dixwazin vegerin malên xwe’

Kewkeb Hac Hisên a 35 salî ku ji gundewarên başûrê Idlibê ye û li kampa Etma ya nêzî sînor dimîne gazinan ji derengiya bidestxistina cihekî lê bimînin kir. Kewkeb Hac Hisên anî ziman ku ew di kampan de gelek êşan dikşînin û got ku edî hatiye vê astê nikarin qûtê xwe dabîn bikin û wiha pê de çû: “Tiştek li cem min nemaye ez pê konê xwe raxim, hemû hesîr çadir û perde xilas bûn, bila li halê me binêrin, bila me li malên me vegerînin û vê jiyana em tê de ne baş bikin.”

‘Xirabûna mercên fizîkî bandorê li ser derûniya jinan dike’

Şêwirmenda derûnî û civakî Raîde El-Sebûh got ku koçberên jin ji ber rewşa tê de ne gelekî tengav in û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Konên ku tê de ne wan naparêzin havînê pir germ zivistanê jî pir sar in. Ev zehmetî ne tenê ji aliyê tendirustiya fizîkî ve ye. Jin bi zextên derûnî re jî rû bi rû dimînin û ev bi xwe re stres, tirs, depresyon, hestê bê ewle, nebaweriya bi derdora xwe û tengasiyê tîne.”

Li gorî hejmara koma Koordînasyona Bersivdana Sûriyeyê belav kiriye hejmara kampên giştî gihîştine hezar û 633, tê de milyonek û 811 hezar û 578 kes dijîn. Di nav van kampan de 514 kampên belavbûyî ku 311 hezar û 782 kes û 73 hezar û 188 kesên xwedî pêwîstiyên taybet û 22 hezar û 552 jinên ku kes tune debara wan bike dijîn hene.