Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Açar di bin xetere de ye

Di Rûniştina F a 556’emîn de, bal hat kişandina li ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Açar. Parêzvanên mafên mirovan anî ziman ku rewşa Tenzîle Açar roj bi roj xerabtir dibe û tedawiya pêwîst nayê kirin.

Navenda Nûçeyan- Rûniştina F a Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê vê heftê ji bo Tenzîle Açar pêkhat. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankartên “Tedawî maf e, nayê qedexekirin”, “Bila girtiya nexweş Tenzîle Acar bê berdan” hat vekirin.

Di daxuyaniyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji bo başbûna girtiyên nexweş astengiyeke mezin e û anî ziman ku nexweşînên zerika kronîk, tuberkuloz ên Tenzîle Acarê hene û xwîn ji qirika wê tê. 

‘Rewşa Tenzîle Açar girantir dibe’

Meryem Bars bal kişand ser agahiyên ku parêzerê Acarê dane wan û destnîşan kir ku piştî dema pandemiyê pirsgirêkên Acarê hatine piştgûhkirin û rewşa wê girantir bûye. Bars da zanîn ku li gel parêzêrê Acarê dayika wê jî hin agahî bi wan re parve kirine û wiha axivî: “Heya niha tenê carekê, ew jî piştî ku 4 sal bi ser girtina wê re derbas bûne ew birine nexweşxaneyê. Dema ew biribûn jî bi pişt ve kelemçe kiribûn. Acar ji ber ku xwestine wê li cem leşkerên mêr tedawî bikin tedawîbûn red kiriye.”   

Meryem Bars di axaftina xwe ya bi malbatê re anîbû ziman ku berpirsyariya rayedarên girtîgehê di xirabûna rewşa wê de heye. 

Meryem Bars da zanîn ku tenduristî û mafên jiyanê yên girtiyan di berpirsyariya dewletê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet berpirsyar e ku şert û mercên girtîgehan li gorî standardên mirovan saz bike û astengiyên li pêşiya tedawîbûna girtiyan rake û wan tedawî bike.”  

Çalakî, bi dûrişmeyên “Bila girtiyên xweş bên berdan”, “Tedawî maf e, nayê qedexekirin” bi dawî bû.