'Jiyana girtî Tenzîre Acar di metirsiyê de ye'

Di çalakiya "Rûniştina F" de bal hat kişandin ser rewşa girtiya nexweş Tenzîre Acar û bang li rayedaran hat kirin ku ji bo hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan bikevin nava tevgerê.”

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş hefteya 584’emîn a çalakiya “Rûniştina F” pêkanî.

Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Tenzîle Acar a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.

Di çalakiya ku hejmarek zêde parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn de pankarta "Bila girtiya nexweş Tenzîle Acar bê berdan" hat vekirin û dirûşmeyên "Dermankirin maf e nayê astengkirin" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hat berz kirin.

‘Jiyana wê di metirsiyê de ye'

Endama Komîsyona Girtîgehan ÎHD'ê a Şaxa Stenbolê Meryem Bars a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û destnîşan kir ku mafê jiyanê ya girtiyên nexweş ji destê wan hatiye girtin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê girtin. Meryem Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar û diyar kir ku nexweşiyên kronîk Hepatît-B û tuberuloza giran li Acar peyda bûne û bi zehmetî de hilmê dide û distîne. Meryem Bars anî ziman ku şert û mercên girtîgehê jiyana Acar dixe nava metirsiyê.

Bang li rayedaran hat kirin

Meryem Bars, diyar kir ku Tenzîre Acar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, lê hîn bûne ku bijîşkan bi awayekî têrkker eleqeder nebûne û ji bo tedawiya wê astengiyên wekî muayeneya kelepçeyê hatiye derxistin. Meryem Bars diyar kir ku dê ji jiyana Tenzîre Acar dewlet berpirsyar be û bang li rayedaran kir ku ji bo hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan bikevin nava tevger e.”