Jiyan Hisên: Me plansaziyeke dewlemend ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê amade kiriye
Endama Platforma Çalakiyên 8’ê Adarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jiyan Hisên têkildarî amadekarî û pêşwaziya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 8’ê Adarê got: “Têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û bi şoreşa jinan hat naskirin. Dikaribû mîrasê me tevahî jinan di hundirê xwe de biparêze ku em niha bi saya wê şahiyên xwe yên 8’ê Adarê bi rengekî azad pîroz dikin. “
ROJ HOZAN
Qamişlo-Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xemla jinan coş û moralê wan di hemû kêliyên jiyanê de zindî ye û di nav tevgerê de ne. Bi vê boneyê û li ser esasê azadî û parastina nirxên hemû jinên cîhanê, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nava amadekariyên pêşwaziya cejnê de ne pê re jî 8’ê Adarê mîna roja jidayikbûna xwe ber bi azadiya mayînde ve pênase dikin. Her sal şêwaz, çalakî û xebatên nû ji bo 8’ê Adarê tên pêşxistin. Di 8’ê Adara sala 2022’an de amadekarî û pîrozbahiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi çi rengî bin li ser vê yekê endama Platforma Çalakiyên 8’ê Adarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji me re axivî.
“Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştina 8’ê Adarê bû”
Jiyan Hisên wateya pîrozbahiya roja jinan a cîhanê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dikarin xweşiya pîrozbahiya 8’ê Adarê ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bikin. Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em vê pîrozbahiyê li tevahî jinên Sûriye û cîhanê pîroz dikin. Têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û bi şoreşa jinan hat naskirin dikaribû mîrasê me tevahî jinan di hundirê xwe de biparêze ku em niha bi saya wê şahiyên xwe yên 8’ê Adarê bi rengekî azad pêşwazî bikin û pîroz dikin. Keda hemû jinan di gihîştandina 8’ê Adarê de heye, em ji dîrokê bigrin dest û heya roja îro jinan gelek ked, xebat û berdêl dane da em bigihîjin vê astê. Destekftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê para me ne, para hemû jinên ku li pey azadiya xwe digerin e. Belkî gelek bûyerên bi êş me jiyane û heya niha rewşa tundiya li ser jinan li herêmên dagirkirî berdewam dikin lê ya girîng ew e ku em bikaribin bi ruhê 8’ê Adarê xwe bigihîjînin hemû jinan û rizgariyeke mayînde ji wan re bi dest bixin. Li hember hemû cureyên tundî û paşverûtiyên civakê têkoşîna jinan her berdewam dike û encamên bi nirx bi xwe re anîne roja îro.”
“Plan, bername û amadekariyên me ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê hene”
Jiyan Hisên bal kişand ser amadekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê 8’ê Adarê de û wiha pêde çû: “Niha jin li hemû Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe ve di nav amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê de ne. Tevgera jinan, xwedî moral û coşa zindî ye. Li ser vê esasê komîteyên me dest bi lidarxistina rêzecivînan kirin, hemû sazî û rêxistinên jinan bi nêrînên dewlemend gihîştin plansaziyeke hevbeş. Em dixwazin bi ruhê 8’ê Adarê bawerî, hêz û vîna jinan xurt bibe da doza azadiya xwe baş fêm bikin û ji bo wê têkoşîna xwe bilind bikin. Jinên herêmê watedariya 8’ê Adarê di hundirê xwe de hewandine û îsrara wan ji bo jiyana azad qet ranewestiya ye. Der berê amadekariyên 8’ê Adarê de dê gelek kar, xebat û çalakî bên lidarxistin. Bername û plansaziye me dewlemend e û em ê di demeke nêz bi daxuyaniyeke fermî çalakiyên xwe ji raya giştî re ragihînin. Bi hêviya ku 8’ê Adarê bibe cejna kombûn û azadiya tevahî jinên cîhanê. Li ser vê esasê ji niha ve em 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin.”