Jineolojî li Swêdê derbarê dîroka jinê de perwerdê da
Jinên Kurd ên başûrê Kurdistanê li welatê Swêdê ji bo ku derbarê dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin û Jineolojiyê de bibin xwedî agahî, beşdarî dewreya perwerdê bûn.

Goteberg – Bi serpereştiya rêxistina ‘Mala Jinê’ û hevkariya rêxistinên jinên Kurd û Akademiya Jineolojiyê’ li bajarê Goteberga Swêdê, ev cara yekem e dewreyek perwerdê ya sê rojî ji bo jinên başûrê Kurdistanê tê dayîn. Bi dehan jinên ku beşdarî dewreyê bûn, derbarê dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin û Jineolojiyê de nîqaş meşandin. Jinan di dewreyê de bal kişandin ser pirsgirêkên civakî û derûniya kes û malbatên Kurd ên li derveyî welat dijîn. Jinan nêrînên xwe yên li ser rêyên çareserkirina piragirêkan anîn ziman. Jinan bal kişandin ser zanabûn û xwerêxistinkirinê.
‘Divê jin xwe rêxistin bikin’
Endama Mala Jinê ya Osloyê Rûbar Yusuf di dewreyê de axivî. Rûbar Yusuf behsa armanca rêxistina Mala Jinê û karên wan ên di nava vê salê de kir û bang li jinên derveyî welat kir ku xwe di her alî de rêxistin bikin. Rûbar wiha got: “Kar û çalakiyên jinên derveyî welat, girîng e. Ev jî wisa dike ku pirsgirêkên kes û malbatên Kurd li derveyî welat çareser bikin. Divê jin xwe rêxistin bikin û jinên Kurd bi hêz bibe.”
Behsa dîroka jin a nehatiye nivîsandin hat kirin
Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî di sê rojên dewreyê de di çarçoveya dersên teorîk de bal kişand ser dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin. Necîbe, berxwedan û mîrasa ku Jineolojî pê bawer e vegot. Necîbe behsa xwendina dîrokê kir û armanca Jineolojiyê ya tevgera azadiya jina Kurd vegot.
Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku rola jinê di Rojhilata Navîn, Kurdistan û li werçerxa dîrokî de girîng e û bang li jinên Başurê Kurdistanê kir ku di vê qonaxê de rola xwe bigrin.”
Di beşa guftûgoyê de yek ji beşdarên dewreyê wiha got: “Ev cara yekeme min Jineolojî bihîst, lê belê bi Jineolojiyê deriyek mezin di mejiyê min de vebû. Dixwazim zêdetir bizanim, em jinên Kurd pêwîstiya me têgihîştina diroka me heye.”
Piştî dewreyê hunermenda şêwekar Ronak Ezîzî naveroka mijarê bi wêne xêz kir.
Di dawî de Berpirsa Komeleya Jinên Kurd Meziye Emîn spasiya Akademiya Jineolojî û Rêxistina Mala Jinê kir û wiha got: “Berdewamkirina van hewlan gelek girîng e. Di vê qonaxê de pêwîstiya me jinên Kurd bi pêngavên mezin heye.”