Jineolojî li Misrê garantiyên destûrî û zagonî yên mafên jinan nîqaş dike
Navenda Jineolojî çalakiyên roja duyemîn a atolyeya nivîsandina zagonî bi dawî kir. Di çalakiyê de rêyên bilindkirina hişmendiya destûrî û beşdariya siyasî ya jinan hatin nîqaşkirin.
Misir – Li Navenda Jineolojî ya ji bo Fikr û Lêkolînê di çarçoveya kampanyaya "Pênûsên Jinan" de, çalakiyên ji bo xurtkirina hişmendiya yasayî û mafnasî û bihêzkirina jinan dest pê kirin. Kesayetên di warê zagonî û hiqûqî de pispor in, beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiyên roja duyemîn ku duh bû jî, bi dawî bûn. Seroka Navenda Jineolojî ya ji bo Fikr û Lêkolînê Dr. Dîna Muhsin, Rêvebera Cîbicîkar a navendê Nûjîn Yûsif û hejmarek pisporên di nav de şêwirmend Hisam Elam, parêzer Silwa Ebsam, mafnasa Sûdanî û Dr. Kerîme El-Hifnawî hebûn, di çalakiyê de amade bûn.
Seroka Navenda Jineolojî Dr. Dîna Muhsin bal kişand ser girîngiya bilindkirina hişmendiya jinê ya li ser mafên wê yên zagonî û destûrî. Dr. Dîna diyar kir ku zanîna mafan gavên ewil ên ber bi parastina wan û daxwazkirina wan ve nîşan dide. Dîna got: "Xurtkirina jinê ne tenê bi dayîna derfetan sînorkirî ye, her wiha ji bo ku bibin xwedî zanîn û amûrên ku bikarin mafên xwe biparêzin û rûbirûyê her binpêkirinê bibin, tên pêşkêşkirin."
'Destûr ji bo xurtkirina şiyana jinan pêdiviyeke bingehîn e'
Rêvebera Cîbicîkar a navendê Nûjîn Yûsif ragihand ku zanîna jinê ya destûr û yasayên ku mafên wê tekûz dike, ji bo xurtkirina şiyana wê ya ji bo beşdariya di civakê de û bidestxistina mafên xwe, wek pêdiviyeke bingehîn e. Nûjîn girîngiya belavkirina çanda yasayî û mafnasî ya di nav jinan de tekez kir da ku maf ne tenê bibin nivîsên hatine nivîsandin. Nûjîn Yûsif, destnîşan kir ku her wiha divê bibin rastiyeke berbiçav û pratîkên ku rûmeta jinê diparêzin û destkeftiyên wê diparêzin.
Dr. Kerîme El-Hifnawî jî girîngiya beşdariya jinan a di jiyana siyasî û biryarsaziyê de destnîşan kir. Dr. Kerîme bal kişand ser pêwîstiya nirxandina zagonên neteweyî û zagona rewşa kesane ya li gorî peymanên navneteweyî. Dr. Kerîme got ku ji bo mafên jin û malbatê bên parastin, ev yek pêwîst e.

Rola parêzeriyê di serweriya yasayê û parastina mafan de
Parêzer Selwa Ebsam jî, li ser rola parêzeriyê ya di serweriya yasayê û parastina mafan de sekinî. Parêzer Selwa destnîşan kir ku serxwebûna parêzer û pabendbûna bi rêzikên yasayî û exlaqî re, ji bo meşandina pîşeyê ya bi rengekî rewa, bingehên sereke ne.