Jinên Yemenê xwestin Hala Badhawî ya girtî serbest were berdan

Rêxistin û çalakvanên jin bertek nîşanî girtina Hala Fuad Badhawî ya rojnamevana ji Yemenê ku ev demek e dirêj e girtî ye dan û bi gotinên “Heya sûcdariya wê were piştrastkirin divê şana masûmbûnê were pêkanîn û li gorî hevpeymanên navneteweyî were tevgerandin” bang kirin ku divê bi awayekê bi lez serbest were berdan.

 
NOOR SURÎB
Yemen – Rojnamevana ji Yemenê Hala Fuad Badhawî ji aliyê îstîxbarata leşkerî li Hadramautê di binçavan de tê girtin. Hala Fuad Badhawî ya ji ber nûçeyên xwe yên li ser gendeliyan hatiye girtin, ji dîroka 30’ê Kanûna 2021’ê ve di binçav de tê girtin. Hala Fuad Badhawi berê jî ji ber nûçeyên xwe hatibû binçavkirin û girtin. 
“Divê pêdiviyên daraza adil werin bicihanîn” 
Ji ber binçavkirina demdirêj a Hala Fuad Badhawî bertek mezin dibin. Tora Rojnamevanên Jin ên ji Yemenê, Weqfa Piştgiriya Mafên Zarokan û Jinên Ereb, Însiyatîfa Riya Aştiyê, Weqfa Alîkariya Civakî û Mafên Mirovan, Weqfa Ortaxan û Weqfa Polîtîkayên Jinên Yemenê jî di nav de, bi îmzeya gelek kesan daxuyaniyek hevpar hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Li hemberî jinek bê çek, pêkanîna muameleyek li dijî hemû nirxên mirovahiyê êrîşek eşkere ye. Heya ku sûcdarbûna wê were îsbatkirin divê şana masûmbûnê were pêkanîn û li gorî hevpeymanên navneteweyî were tevgerandin. Divê pêdiviyên daraza adil were bicihanîn.”
Meqamên ku wê girtine, bersiv nadin meqamên adil!
Hiqûqnas û parêzera mafên mirovan Afra Hariri bal kişand ku rayedarên rojnamevena li bajarê Hadramuat girtine bersiv nadin meqamên adil û destnîşan kir ku dema rojnamevan Hala Fuad Badhawî hatiye binçavkirin dest danîne ser hemu amûrên wê yên teknîkî. Tê payîn ku ji ber bertekên mezin ên raya giştî Hala Fuad Badhawî ji navenda lêpirsîna îstîxbarata leşkerî ya Hadramuatê neqil kirine girtîgeha navendî.