Jinên Xezayê reng dan çalakiyên Roja Axê ya Filistînê

Jinên Xezayê reng dan çalakiyên 46’emîn ên salvegera Roja Axê ya Filistînê ku her sal di 30’ê Adarê de tê lidarxistin.

 

REFÎF ESLÎM

Xeza- Li Gundê Huner ê navenda Reşad El-Şawa yê li Zîvala Xezayê "Bazara Erdê" di navbera 30 û 31’ê Adara de hat li dar xistin. Her sal 30’ê Adarê weke Roja Axê ya Felestînê tê zanîn çalkiyên cihêreng tên lidarxistin. Sala 1976'an piştî ku hêzên "Îsraîlî yên dagîrker" bi hezaran donim ji erdên Filistîniyan desteser kirin, paşê jî greva giştî despêkir û meş hatin lidarxistin. Ji Celîlê heta Negevê çalakiyan destpê kir û pevçûn derketin. Di encamê de 6 Filistînî hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn û hatin girtin.

"Bazara Axê pisporiya hunerên destan e"

Nîhad Şeqleiah Rêveberiya Navenda Huner ya Şaredariya Xezayê diyar kir ku Bazara Axê pisporiya hunerên destan e ku bi keda jinan tên çêkirin û wiha lê zêdekir: "Çalakî ji bo bîranîna Roja Neteweyî ya Axê û ji bo piştrastkirina mafê gelê Filistînê ku li ser axa xwe bijî tê lidarxistin.  Kesên ku nasnameya wan tunebe, ne xwediyê mîrasê ye û ji ber vê yekê jî axa wan tune ye. Di nava bazarê de nêzî 55 quncikên mîratî û hunerî hene ku di nav wan de xemilandin û tabloyên rengên ala Filistînê, hunerên destan ên kevneşopî hatin pêşkêş kirin. Gelek jinên Filistînî yên ku ji bo beşdarî Bazra Axê bibin 66 rojan li ser berhemên xwe dixebitîn ."

Fatin El- Hamamî seroka Komeleya  Mala Berxwedêr ku piştgirîya dayik û zarokan dike got ku hebûna jinan di helkeftên netewyî de nasnameyeke û wiha dom kir: "Ji ber ku beşdarbûna wan di pêşangehê de ji ber elaqedariya wan mîrata Filistînî yan di destê jinan de hat di nav komeleyê de ji sala 1989'an û vir ve hatî damezrandin. Roja Axê roja domdariya li ser axa welêt e."

“Ez zarok û jinên berxwedana stêra Kananî bi dirûnê xêzdikim"

Fatima Karam xwediya quncika mala xêrxwaziyê jî diyar kir ku ew beşdarî pêşangehê ji bo bibîranîna roja erdê bi karên destan û çend neqşan li wê hatine zêdekirin bûye û wiha got: "Ez hewl didim ku bihayên xwe biha bihêlim ji bo hêza kar a jin, jinên malê, jine pîr û kesên xwedî pêviyên taybet yên ku di hibirîna karê destan de alîkariya min dikin , û ez zarok û jinên ciwan bi berxwedana stêra Kananî bi dirûnê xêzdikim û wan pê didim nasîn ya ku vedigere şaristaniyha herî keven ên ku li filistînê dijiyan."

Menar Salih ragihand ku  Mextûm El- Menara  ji hingivê reş, xurme, hebit berekê , simsim pêk tê û wê pirojeya xwe beriya du salan pêşkêş kiriye û medayay civakî ji bo ragihandian wê bi kar anî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beşdarbûna min di pêşangeha Roja Axê de îsbat kir ku jinên ciwan li Xezayê dikarin bidin, çawa ku axa Filistînê bi berdewamî tiştên baş dide gelê xwe."

 "Beşdarbûna min di pêşangehê de ji bo bi bîranîna Roja Axê ye" 

Tehrîr Bîlal Zanîngeha Endezyariyê qedandiye destnîşan kir ku hunerên destan ên kevneşopî evîna wê ne û wiha domand: "Lewra min projeya xwe ji bo pêşxistina vê jêhatîbûnê bi çêkirina mûçikan vekir, ji ber ku ez hesta xwe di dema şabûn an jî xemgîniyê de nîşan didim her carê ez perçeyek cûda çêdikim beşdarbûna min di pêşangehê de hevdem bû bi bîranîna Roja Axê de."

"Ez kêfxwş bûn ku  min karîbû tevlî Bazara Axê bibim "

Aîşe Felah amaje bi wê yekê kir ku xem li nerîna civakê li Zîvala Xezayê ye nekri ku keça pispora wênekêşiyê ye ji ber wê jî gelek kursên tomar kir û dest bi karê xwe kir û wiha berdewam kir: "Dema ku ez axa ku jê mezin bûyme belav dikimda ku wêneyekî xweş bikişînim tu gotinên kesî li cem min ferq nakin, bi çi helwêstê bigire û bi hewldanan re be, ez kêfxweşim ku ji aliyê xwe ve min karîbû beşdarî pêşangeha Bazara Erdê bibim, ez keçan teşwîq dikim ku di dema bûyerên neteweyî de ku tavilê ji kameraya li ser smartphone tê radest kirin wêneyek bikişînin.